DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir 2025-03-15 16:21:43   ENQERE - DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinên xwe yên bi saziyên sivîl re didomîne. Di vê çarçoveyê de DEM Partî serdana DÎSK’ê kir.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevdîtinên xwe yên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re dabû destpêkirin, didomîne. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari û heyeta pê re çûn serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK).   Di serdana ku li Navenda Karên Giştî ya DÎSK’yê pêk hat de, Tulay Hatîmogullari û Cîgira Hevserokatiya Komîsyona Têkiliyên bi Partiyên Siyasî re Ozlem Gunduz û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar jî amade bûn. Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê DÎSK Genel-Îş'ê Remzî Çalişkan, Sekreterê Giştî yê DÎSK Çetîn Çalişkan, Serokê Daîreya Karên Malî ya DÎSK Huseyîn Yaşar Gundogdû, Serokê Daîreya Lêkolînê ya DÎSK Adîl Çîftçî û Nûnera Herêma Anatoliya Navîn a DÎSK’ê Bîrgul Kaya ve hat pêşwazîkirin.   Civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat nêzî 40 deqeyan berdewam kir.