ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN 2025-03-16 09:00:15   * Li Ewropayê dê li zêdetirî sed navendan Newroz were pîrozkirin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, got: “Dirûşma me ya sereke dê bibe azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.”    * Beriya Newroza ku dê di 23’yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê were lidarxistin, li Stenbolê agirê Newrozê dê li gelek navçeyên wê were vêxistin û ji navçeyan dê 500 wesayît welatiyan veguhêzin qadên Newrozê.    * Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê ku 21 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kesan jî jiyana xwe ji dest dabûn, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan wiha gotin: “Divê hemû jin û hemû zilam bibin derwêşên vê manîfestoyê.”    * Parêzer Esra Bîlan da zanîn ku nexweşiya gutê li rojnameger Bîlge Aksu peyda bûye û li dijî Mehmet Uçar jî gelek binpêkirinên mafan tên kirin.    * Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan anî ziman ku divê Elewî qadên Newrozê dagirin û endama DÎK’ê Perva Înal jî wiha got: “Newroz, hemû gel û baweriyan tîne gel hev û divê her kes tev li bibe.”    * Welatiyên tev li civînên gel ên piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bûn, diyar kirin ku divê îktîdar û siyasetmedar tavilê gavan biavêjin.    * Zeen ku li Sûriyeyê dijî, diyar kir ku li Sûriyeyê Elewî tên qetilkirin, malên wan tên talanknirin û şewitandin. Zeen, xwest qada navneteweyî li dijî êrişan Elewiyan biparêzin.    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, dê beşdarî Desteya Giştî ya Komeleyên Elewiyan a li Enqereyê bibe. (10.00)    * Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir kongreya xwe li dar bixe. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de bi DÎSK û Federasyona Komeleyên Herêmî re bicive. (12.00-14.00) ZINDÎ   * Li Edene, Mêrdîn û Şirnexê dê bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê çalakî bên lidarxistin. (13.00-14.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re dê biçe serdana SOL Partî û Partiya Sosyalîstan (SOLDEP). (15.30-17.00)