Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin 2025-03-16 09:37:56 STENBOL - Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan anî ziman ku divê Elewî qadên Newrozê dagirin û endama DÎK’ê Perva Înal jî wiha got: “Newroz, hemû gel û baweriyan tîne gel hev û divê her kes tev li bibe.”   Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi agirê Newrozê germ dibe. Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê mohra xwe li pîrozbahiyên îsal dide. Gelên beşdarî Newrozê dibin dibêjin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê civak xwedî lê derkeve û îktîdar jî gavan biavêje. Newroza Stenbolê jî dê di 23’yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê were lidarxistin.    Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan û endama Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Perva Înal ji bo beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê bang kirin.    ‘DIVÊ ELEWÎ DAKEVIN HEMÛ QADAN’   Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan, diyar kir ku pergal hewl dide dîrokê bide jibîrkirin lê ew niha şahidiya vejînê dikin û got: “Gelo çi bû ev vejîn? Bawerî, nasname, ziman, cejn û çanda me ye. Ji bo zindîkirina van tevan, bedelên giran hati dayin. Newroza îsal girîng e. Dê ji hêviyên hemû dedorên civakî re bibe bersiv. Dê Newroz veguhere pêvajoyeke ku hemû kes bibe xwedî debar, parastina mafên çandî û bi awayeke azad jiyana baweriya xwe.”   Bi domdarî Kadriye Dogan bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û bandora wê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê bangê bandor li Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê jî kir. Di encama vê de jî peymaneke hemû gel û baweriyan digire navxwe hate îmzekirin. Ev peyman, di heman demê de ji bo pêşîlêgirtina komkujiyên li dijî Elewiyan e. Li Stenbolê bi milyonan Kurd û Elewî dijîn. Em li bendê ne ku îsal ev qelebalix gelek zêdetir be. Dixwazim Elewî îsal jî dakevin qadên Newrozê û piştgiriyê bidin deklarasyona aştiyê. Ji bo daxwaz û têkoşîna Elewiyan tacîdar bibe, divê tev li Newrozê bibin.”    ‘EM HEMÛ GEL BICIVIN’   Endama DÎK’ê Perva Înal jî bal kişand ser şerên Ûkrayna, Sûriye û Filistînê û ev tişt anî ziman: “Em li dijî şer in. Newroz, gel û baweriyan tîne gel hev. Weke hemû gel û baweriyan em li qadan bin û Newrozê pîroz bikin. Em di meha Remezanê de ne. Meheke pîroz e. Rojî nayê wateya birçîbûn û tîbûnê. Tê wateya parastina xwe ya ji hemû nebaşiyan. Ji bo vê jî ez dibêjim aştî. Divê em hemû gel bên gel hev û bi hev re Newroza xwe bi coş pîroz bikin.”    MA / Melîk Çelîk