Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje 2025-03-16 10:12:01 AMED - Welatiyên tevlî civînên gel ên piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hatine destpê kirin bûn gotin ku niha divê dewlet jî êdî gav biavêje. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi raya giştî re 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' parve kir, civînên gel ên bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) destpê kirin, dewam dikin.   Welatiyên ku tevlî civîna gel a li navçeya Peyasê ya Amedê bûn diyar kirin ku Abdullah Ocalan bi salan e ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têdikoşe û gotin niha dora siyasetmedar û hikûmetê ye.     'PROVAKASYONA MEDYAYA ALÎGIR'   Welatiya bi navê Esma Goçtur da xuyakirin ku ew aştiyeke bi rûmet dixwazin û wiha got: "Em naxwazin êdî zarokên xwe winda bikin. Rêber Ocalan ji bo aştiyê gavek avêt û divê ew jî Ji bo aştî pêk were, divê Abdullah Ocalan azad be."   Zubeyîr Beştaş anî ziman ku çapemeniya alîgir pêvajo provoke dike û destnîşan kir ku bêyî cihêkarî bê kirin divê aştî pêk were û wiha got: "Divê dewlet girtiyên li girtîgehan serbest berde. Sîstemê heta niha her tim Kurd weke 'terorîst' îlan kir. Divê aştî bi her kesî re bê kirin. Siyaseta li Tirkiyeyê xwe dispêre xwîna gelan. Di vê pêvajoyê de kî çi bikeve ser wan divê bike. Dora gavavêtinê ya dewletê ye. DEM Partî jî bi vê erka xwe pêk tîne.”   GELEK CARAN DAXWAZA AŞTIYÊ HAT KIRIN   Mehmet Yaşar da zanîn ku gelê Kurd li hemberî zilmê daxwaza aştiyê dike û wiha got: “Di dema hevdîtina qesra Dolmabahçeyê de Rêbertî aştiyeke bi rûmet dixwest. Ev ne daxwaza wî ya pêşîn a aştiyê ye. Gelek caran aştî xwest. Di mutabakata Dolmabahçeyê de Rêbertî got ku çareseriya pirsgirêka Kurd dîsa bi rêbazên demokratîk pêk hatiye. Niha ew aniye qonaxeke bi vî rengî. Çi ji dest hat kir. Heta roja îro jin, zarok û ciwan di bin bandora şer de man. Mirovên ji çandên cuda li ser axa Mezopotamyayê dijîn. Em dixwazin bi her kesî re bi rûmet û bê cudahî bijîn."   ‘DIVÊ GIRTÎ SERBEST BÊN BERDAN’   Emîne Al jî têkildarî pêvajoyê ev tişt anî ziman: “Em agahiyên ku bi rêya nameyan hatine şandin qebûl nakin. Divê hemû girtiyên me, bi taybetî yên nexweş bên berdan. Heta roja me ya îro Apo her tim aştî xwestiye. Divê êdî Tirkiye jî gavê bavêje. Divê her kes li pişt Apo bisekine û parastina aştiyê bike.”   MA / Heval Onkol