Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive 2025-03-16 10:18:04   AMED - Welatiyên tev li pîrozbahiya Newroza Bismilê bûn, diyar kirin ku ew dixwazin di Newroza 21’ê Adarê de Abdullah Ocalan di nav gel de bibînin û dixwazin di Newrozê de biaxive.    Şevê din li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Piranî ciwan û jin tev li pîrozbahiyê bûbûn. Piştevaniya gel a bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li pîrozbahiyê da.      Welatiyên tev li pîrozbahiyê bûn, diyar kirin ku ew banga Abdullah Ocalan girîng dibînin û hewceye dewlet jî gavan biavêje. Welatiyan, wiha got: “Em dixwazin Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve. Em dixwazin Serokê me (Abdullah Ocalan) di nav gel de be û di Newrozê de biaxive.”