Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e 2025-03-16 16:13:28   AMED - Akademîsyen Cûma Çîçek anî ziman ku ji bo aştiyê divê civak were qanehkirin û got: “Li gorî min hem nexşerêya dewletê hem jî ya Abdullah Ocalan pir zelal e. Meseleya Kurd ne tenê meseleya PKK’ê ye, meseleyeke gel e.”    Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê komxebata “Ji bo çareseriya meseleya Kurd hevdîtina civaka sivîl” li dar xist. Komxebat, bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl û serokên baroyên herêmê hat lidarxistin. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di serî de axivî. Guleç, ji ewil kesên di Komkujiya Helebceyê de hatin qetilkirin bi bîr anî û komkujî şermezar kir. Guleç, anî ziman ku di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Enqereyê bi partiyên siyasî re û li Amedê jî bi partiyên Kurdistanî re hevdîtin kirine û ev hevdîtin erênî derbas bûne.    Akademîsyen Cûma Çîçek jî di komxebatê de mijara “Rola rêxistinên civaka sivîl” pêşkeş kir. Çîçek, anî ziman ku pêvajoyên aştiyê ji gelek astan û piraktor in û wiha got: “Aştî nayê wateya rawestîna pevçûnan. Mimkin nîne di demekî kin de û bilezûbez pêş bikeve. Pêvajoyeke dirêj û tevlihev e. Pêvajoyeke demdirêj ê veguherîna civakê ye. Aştî, ne tenê girêdayî kiriyarên aliyên li dijî hev şer dikin e. Bi tena serê xwe karekî siyasî nîne. Nêzî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Raste rast zêdetirî 250 hezar kesan pêvajoyên girtîgehan, sirgun, koçberî jiyane. Di halê hazir de nêzî 3 milyon kes ji ber vê pêvajoyê êşiyaye. Anku mimkin nîne mesele tenê bi pêvajoyên siyasî çareser bibe.”    Çîçek, got ku aştî tenê li ser kaxizê pêk nayê û heke nifşên piştre xwe weke hemwelatiyên wekhev bibînin dikare çêbibe. Çîçek, bi domdarî wiha bal kişand ser rola civaka sivîl a di pêvajoya aştiyê de: “Yek ji van parastin e. Li dijî hêz û xwediyên îktîdarê maf û hiqûqa civakê diparêze. Di hinek hevkêşeyan de divê ew bi xwe sivîlan biparêzin û bibin mertalên zindî. Hewl dide bike ku civak bi hev re bijî ji hêla aştî, maf û hiqûqê ve veguhere. Ya sêyemîn jî di navbera wan de pêwendiyan datîne. Di navbera aliyên li qadên şer bûne dijberên hev, pêwendiyan pêş dixe. Avakirina civakê û yekparebûna wan pêk tîne. Ya çaremîn jî di navbera dewlet û welatiyan de navbeynkariyê dike.”    'CIVAKA SIVÎL NE DIYARKER, BANDORKER E’    Bi domdarî Çîçek têkildarî erk û berpirsyartiyên civaka sivîl jî wiha got: “Alîkariya mirovî, şopandina peymanê, pêvajoya derbasbûnê, rewakirina aştiyê, piştgirî û berfirehkirina wê dikare bên rêzkirin. Civaka sivîl, di pêvajoyên şer û çareseriyê de diyarker nînin lê bandorker in. Bala wê li ser qadeke berfireh û aktoran e. Divê civaka sivîl ji daxwazên aktorên navendî zêdetir, bala xwe bide ser qadên nehatine ferqkirin û nehatine dîtin.”    'LI TIRKIYEYÊ REJÎMEKE HÎBRÎT AVA BÛ’   Çîçek, ji bo guherîna rejîma ya di nava 10 salan de li Tirkiyeyê çêbûyî got “rejîmeke hîbrît ava bû” û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê qada siyasî teng bûye. Hikûmet bi xwe rêxistinên civaka sivîl ava dike, rêxistinên girseyî xwe ji qadan vekişandine, akademî hatiye bêdengkirin û medya aştiyê esas nagire. Em di serdemeke ku rêxistinên pîşeyî qelsbûyîn de ne. Hikûmeta navendî li her derê ye. Li Tirkiyeyê di her qadê de getto çêbûne.”    'ROJEKE ŞÎNÊ YA KOMÎ DIBE KU GIRÎNG BE’    Çîçek, destnîşan kir ku di demekê ku hemû windahî û tecrubeyên Kurdan li ser “terorê” tên pênasekirin de kes nikare şîna xwe jî bigire û ev tişt anî ziman: “27’ê Sibatê dikare bibe roja şîngirtinê ya ji bo temamiya windahiyên me.  Divê pêvajoyeke ku rûmeta Kurdan tê parastin were meşandin. Di mijara mafên sereke yên Kurdan de hêj jî nediyarî heye. Pêdivî bi xeteke têkoşîna ya nû û siyasî heye. Divê ev meseleye ji aştiya negatîf veguhere aştiya pozîtîf. Divê aştiyeke polîtîk, aborî hebe. Bi sedan sala ye Kurd windahiyeke mezin a aborî dijîn. Ji bo aştiyê, qanehkirina civakê gelek girîng e. Bangekî ji bo şîna komî ku hemû şînên Tirkiyeyê bike yek dibe ku ji bo vê pêvajoyê girîng be.”    PÊVAJOYÊN PÊŞKETINA MESELEYA KURD VEGOT    Rojnameger Handan Coşkun jî di komxebatê de mijara “Ji berê heta niha lêgerînên ji bo çareseriya meseleya Kurd” pêşkeş kir. Handan Coşkun, Zindana Hejmar 5 a Amedê weke diyardeyeke girîng a veguherîna pirsgirêka Kurd a ser zemîna tundiyê nirxand û îşkenceyên li wir hatine kirin bi bîr xist. Her wiha Handan Coşkun, qala binçavkirin, tunekirina rêxistinên Kurdan ên di serdema 12’ê Îlonê de li Bakur xebat dimeşandin, pêvajoya avakirina PKK’ê û tiştên li Kurdistanê qewimîn vegot.    Handan Coşkun, diyar kir ku ew di salvegera Komkujiya Helebceyê de hewl didin li ser aştiyê biaxivin û mînakên tundiyê yên di salên 1990'an de li dijî tundiya dewletê pêş ketin û geşedanên neçareseriya pirsgirêka Kurd xweyî dikir rêz kir.    'GIRÎNG E KU AŞTÎ BÊ CIVAKÎKIRIN’   Handan Coşkun, got ku hewceye kesên di pêvajoya pevçûnan de zirar gihiştiye tenzîm bibin û ev tişt anî ziman: “Li her devera Kurdistanê gorên komî hene. Cenazeyên hêj nehatine dîtin hene. Ji bo qonaxa şîngirtinê bitendurist pêş bikeve, divê malbat bikarin cenazeyên zarokên xwe defin bikin. Heta ku ew cenaze neyên anîn dê ev pêvajoya travmatîk her ibdome. Dîroka Kurdistanê dîroka komkujiyan e. Girîng e ku aştî civakî bibe. Girîng e ku faîl bên darizandin û edalet bê cîbicîkirin. Hewceye xebatên hafizeyê bên kirin û jin tev li pêvajoyê bibin. Barê şer jin û zarok dikişînin. Divê di pêvajoyên aştiyê de ev hevsengî bi hev re bên destgirtin.”    Piştre jî komxebat bi pirs û bersivan domiya. Beşdarekî bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji ber ê ji bo aştiyê û got ku dewletê tu bersiv nedaye van hewldanan. Cûma Çîçek jî li ser vê yekê wiha got: “Ji berê ve hem îktîdar hem jî muxalefetê siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan kirin. Siyaseta li ser aştiya bi Kurdan re girîng e. Partîkên ku li Tirkiyeyê aliyan tînin gel hev kêm in. Rêxistinên partîzaniyê nakin, baro û odeyên pîşeyî dikarin bibin navbeynkar. Heke hevrûbûn û efûkikrin çêbibe, dikare aştiyeke adaletê bê cîbicîkirin.”    Têkildarî yekparebûna dewlet û civakê jî Çîçek wiha got: “Banga Abdullah Ocalan bangekî rasyonel e. Tê wateya sivîlbûnê. Mezinbûna li gel Tirkiyeyê esas digire. Gelo dewlet ji bo vê amade ye? Kurd amade ne lê dewlet dê gavan biavêje? Li gorî min dewletê jî hindik jî be qadek vekiriye. Her avakirinek, di heman demê de hilweşandineke. Firsendeke girîng heye. Heke Kurd vê firsendê baş bi kar bînin dê bigihijin mafên xwe. Pêvajoyek li holê heye. Li gorî min nexşerêya dewletê û ya Abdullah Ocalan elek zelal e. Plansaziyek heye û naxwazin bi raya giştî re parve bikin. Li gorî min ji ber pêvajoya qanehkirina civakê ev bername bi civakê re nayê parvekirin. Meseleya Kurd ne tenê meseleya PKK’ê ye, meseleya gel e. Heke dewlet nexwaze jî divê em bêhtir li ser meseleya mafên Kurdan biaxivin.”    Komxebat, bi nêrîn û pêşniyarên nûnerên rêxistinên civaka sivîl domiya.