Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir 2025-03-17 08:19:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li gundê Berxbotanê yê Kobanê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir. Di êrişê de dayik û bav û 7 zarokên wan hatin qetilkirin.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk bi Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) êrişî gundê Berxbotan ê Kobanê kirin.    Hat zanîn ku dewleta tirk saet di 00:40'î de êriş bir ser malekê û li gel 7 zarokan dayik û bavê wan qetil kir. Di êrişê de 2 kes jî birîndar bûn.   Navên kesên hatine qetilkirin ev in: Ahîn Osman Ebdo, Dijle Osman Ebdo, Dilovan Osman Ebdo, Yasîr Osman Ebdo, Ezîz Osman Ebdo, Saliha Osman Ebdo, Avesta Osman Ebdo, Osman Berkel Ebdo (Bav), Xezal Osman Ebdo (Dayik).   Di heman demê de Ronîda Osman Ebdo û Narîn Osman Ebdo jî birîndar bûn.