Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin 2025-03-17 09:49:04 RIHA - Di serdegirtinên malan ên li Hewagê de 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.  Polîsan îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Hewagê de li navçeya Hewagê ya Rihayê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aslan, Mehmet Çetîntaş, Muslum Çakmak û Kemal Çakmak hatin binçavkirin û birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.    Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn.