HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire 2025-03-17 11:23:14 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk li Kobanê komkujiyek kir û di komkujiyê de 7 jê zarok û yek jî jin bi giştî 9 kes ji heman malbatê qetil kiriye. HSD’ê, got: “Dewleta tirk a ku nikare li dijî hêzên me pêş bikeve, sivîlan qetil dike.”  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî de qewimîn daxuyanî da.     ‘LI KOBANÊ KOMKUJÎ HATE KIRIN’   Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:     “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku nikarin li eniyên şer li hemberî hêzên me pêşketinan pêk bînin, her timî ji bo rakirina tola binkeftina xwe ya li meydanî, êrişî gund û bajarên tijî sivîl dike. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker duh (Şemiyê) herêma navbera gundên Qumç û Berxbotanê yên başûrê Kobanê de bombebaran kir û komkujiyeke mezin li dijî malbatekê pêk anî. Di encama vê komkujiyê de di nav de 7 zarok û jinek 9 sivîl şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.   ENIYA BENDAVA TIŞRÎNÊ   Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên giran li derdora bendavê û gundewrê wê dewam kirin. Li dijî cihên karkeran ên girêdayî bendavê jî êriş pêk anîn. Şeva Şemiyê/Yekşemê heya saetên derengiya rojê tevahiya gundewarê bendavê bi obusan topbaran kirin. Di encamê de zerarên mezin li gund û malên sivîlan bûn.   ENIYA QEREQOZAQÊ   Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Xeseq û girê Sêvê yên derdora bendavê bombebaran kirin. Gundê Bîr Hiso û girê Sêvê jî bi balafirên bê mirov ên bi çek hatin hedefkirin. Her wiha derdora pirê û gundewarê wê, gundên Tîna, Cada, Bîro Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa û xaçerêya Sirînê bi zêdetirî 80 guleyên obus, tank, roket û hewanan hatin topbarankirin. Ji ber êrişên hewayî û bejahî zerarên mezin gihîştin mal û milkên şêniyan.”