Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir 2025-03-17 12:09:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Chris Den Hond ku ji bo şopandina Newrozê ji Fransayê hatibû, ji hêla Tirkiyeyê ve hate dersînorkirin.  Rojnamegerê Belçîkayî Chris Den Hond ku li Fransayê dijî, ji bo şopandina Newrozê hate Tirkiyeyê li Stenbolê hate dersînorkirin. Hond ku duh hate Balafirgeha Stenbolê ji hêla polîsan ve hate sekinandin û birin qereqola polîsan. Hat zanîn ku polîsan ji Hond re gotin; “Navê te di lîsteya reş de ye û hatine te ya Tirkiyeyê qedexe ye” û li balafirgehê hatiye dersînorkirin.    Hond, têkildarî bûyerê dîmenek kişand û wiha bertek nîşanî dersînorkirina xwe da: “Hatina min a Tirkiyeyê hate qedexekirin. Cara ewil e tiştekî bi vî rengî bi serê min tê. Polîsan tu belgeyên fermî nîşanî min nedan. Hatina min a Tirkiyeyê ji bo 10 salan hatiye qedexekirin.”