Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî 2025-03-17 14:11:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên rayedarên Ûkraynayê û Rûsyayê de hat ragihandin ku êrişên bi balafirên bêmirov tevahiya şevê dewam kirine.   Di berdewama hevdîtinên agirbestê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de rayedarên her du welatan diyar kirin ku êrîşên bi dronan tevahiya şevê dewam kirine. Li angora BBC jî hêzên asmanî yên Ukrayna ragihandiye ku Rûsya di şevekê de bi 174 firrokeyan êriş kirine. Rayedarên Rûs dan xuyakirin ku wan 72 balafirên bê mirov ên Ûkraynayê ku hin ji wan tesîsên enerjiyê yên li herêma Astrakhan a welêt hedef girtin îmha kirine û di encama vê çalakiyê de kesek birîndar bûye û piştre şewat derketiye.   Her ku şer û pevçûn berdewam in, Serokê Amerîka Donald Trump êvara yekşemê got ku plan dike roja sêşemê bi telefonê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re biaxive û wiha got: "Ez difikirim ku em ê têkildarî axê biaxivin. Weke ku hûn jî dizanin, ji beriya şer gelekî cudatir e. Em ê li ser santralên elektrîkê biaxivin, ev pirseke mezin e." Trump anî ziman ku her du alî li ser 'parvekirina hin mal û milkan' dixebitin.