Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da 2025-03-17 15:49:22   MANÎSA - Di pîrozbahiya Newrozê ya li Manîsayê de beşdaran bal kişandin ser girîngiya banga dîrokî ya Abdullah Ocalan. Agirê Newrozê, ji hêla Sakîne Demîr ku keça wê Sêvê Demîr di sala 2016’an de li Silopiyayê hatibû qetilkirin ve hat vêxistin.    Li Manîsayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Laleyê hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan û Cîgira Serokê Giştî yê EHP’ê Sîbel Uzun tev li bûn. Li qada Newrozê pankarta “Newroza Azadiyê” hat daliqandin. Welatî, bi cil û bergên Kurdî beşdar bûn û li ber stranan govend gerandin.    Agirê Newrozê ji hêla Sakîne Demîr ve hat vêxistin ku keça wê Sêvê Demîr di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema qedexeyên derketina kolanan de hatibû qetilkirin.    Piştre jî Sîbel Uzun di pîrozbahiyê de axivî û got ku têkoşîna wekheviyê ya gelê Kurd gihiştiye qonaxeke girîng û got: “Heke her kes xwedî li banga birêz Ocalan were derketin dê gel bêhtir nêzî azadî û wekheviyê bibin. Divê kedkar û gelên me xwedî li vê bangê derkevin. Bi vê bangê re em dikarin êdî li ser meseleyên pir cuda biaxivin. Meseleyeke din a li welat jî meseleya çîn û kedê ye. Kedkar, di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Ma ev gel vê heq dike? Em vê qebûl nakin. Meseleya din jî meseleya jinê ye. Dixwazin jinan li malê hefsî bikin û bêdeng bikin. Ciwanên me ji bo cihê mayinê têdikoşin. Heta ku rejîma yekzilamî hebe dê her tim xetereya rejîma faşîst hebe.”    'EM Ê BER BI AZADIYÊ VE BIMEŞIN’   Parlamenter Huseyîn Olan jî anî ziman ku Newroza îsal Newrozeke girîng e û wiha bal kişand ser geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: “Heke daxwazeke ji bo pêvajoyeke nû hebe, divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin. Divê zemîna diyalogê bê avakirin. Divê tecrîda girankirî bê bidawîkirin. Em bang li îktîdarê dikin ku tavilê van şertan bicih bîne. Girîng e ku aştî civakî bibe. Em ê bi hev re ber bi azadiyê ve bimeşin. Divê em berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bînin. Êdî ewqas bedel ji bo Tirkiyeyê bes e. Divê em vê bi dawî bikin.”    Piştî axaftinan, Grup Golgedekîler derket ser dikê. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.