Li dijî Til Temirê êrişên dijwar 2025-03-17 15:57:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter bi dijwarî êrişî Til Temirê û gundên derdora wê dikin. Hat zanîn ku li gelek cihan stasyonên ceyranê û çewligên sewalan hedef hatine girtin.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk di danê nîvroê de li dijî Til Temir a Kantona Cizîrê û gundên li derdora wê bi çekên giran êriş da destpêkrin. Di encama êrişên bi çekên giran de çewliga sewalan a li bajarê Til Temirê, stasyona avê û gundê Um El-Kêf ê li rojavayê Til Temirê hedef hatin girtin.    Bi awayekî hemwext, gundên li bakurê bajar ên bi navên Dirdara, Ebûş, Şêx Elî, Mislieta, Qibûr El Qeracîna, Um El Xêr û Xiwêtila jî hatin bombebarankirin. Di heman demê de gundên li rojavayê bajar ên bi navên Til Kêfcî, Til Kirbêt, Bab El Xêr, Til Cuam, Gozeliyê, Til Leben, Tewîla, Til Tewîl, Deşîşa, Siker, Ihêmer û Mehelê jî bi çekên giran hedef hatin girtin.