Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje 2025-03-17 16:13:13 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku di hevdîtina bi AKP û MHP’ê re de li ser hûrgiliyên bangê axivî ne û got: “Bi her du partiyan re em li ser hiqûqa aştiyê axivîn.” Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî got: “Em li bendê ne ku dewlet û serokkomar jî di vê mijarê de gavên erênî biavêjin.”  DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî re hin hevdîtin pêk anîn û têkildarî hevdîtinên berbehs daxuyanî da.    Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, piştî hevdîtinên îro yên li gel AKP û MHP’ê  civîneke çapemeniyê li dar xistin.    Civîna çapemeniyê li Mêclisê hate lidarxistin û Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wan di hevdîtinan de li ser banga Rêberê Gelê Kurd a ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ gotûbêj kirine.   Bakirhan ev yek anî ziman: ‘’Me çavdêriyên xwe anîn ziman. Li gel her du partiyan me li ser hiqûqa aşitiyê xeber da. Bi awayekî dûr û dirêj me li ser pêkanîna aşitiyê xeber da.’’   Bakirhan di dewama axaftina xwede ev yek anî ziman: ‘’Me heya niha bi qasî 101 civînên bi gel re pêk anîn û bi dînamîkên civakê yên birêxistinkirî re hevdîtin pêk anîn. Me agahiyên têkildarî van civînan li gel du partiyan parve kirin. Di cîvîn û seredanên berbehs de di nava gel de tiştên herî girîng demokrasî û avêtina pêngavên hiqûqî bûn. Me ev yek jî li gel partiyên ku pê re hevdîtin pêk anî, parve kirin. Me ji her du partiyan re anî ziman ji bo pêşketina pêvajoyê pêngavên hewce werin avêtin. Me anî ziman ku ger pêngavên hewce werin avêtin dê metirsiyên herêmî û gerdûnî bi awayekî hêsantir werin derbaskirin. Me ev yek nirxandin.   PÊWÎSTIYÊN JI BO PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ   Dema ku me qala hin pêwîstiyên ku ji bo ev pêvajo bi awayekî hêsan pêş bikeve, dikir, me got ku dibe ku şert û mercên Birêz Ocalan yên têkildarî xebitîn û ragihandinê werin sererastkirin.  Ji bo avêtina gavên demokratîk, me anî ziman ku divê xebat werin kirin. Me anî ziman ku bikaranîna bandora xwe ya ji bo aştiya mayînde ya li Sûriyeyê, dê têkariyê li pêvajoya li vir jî bike.    EM ÊRIŞÊ ŞERMEZAR DIKIN Û BI HÊRS IN   Dema ku me têkildarî mezinkirina hêviyên aştiyê hevdîtin pêk dianî, mixabin ku vê sibehê me agahiyeke nebaş wergirt. Li Kobanê êrişek pêk hatiye û 7 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Em vê êrişê şermezar dikin û gelekî bi hêrs  û xemgîn in. Dixwazin diyar bikin ku erişên bi vî rengî dê zirarên mezin bide pêvajoyên li Sûriyeyê û li vir. Hem birêz Ocalan û hem jî birêz Erdogan beriya niha bi israr li ser meseleyekê sekinîn  ku ew meseleya sabotajê ye.  Her duyan jî bal kişand ser sabotajê. Divê kiryarên van sabotajan werin eşkerekirin. Em van komkujiyan bi tu awayî qebûl nakin. Ev ne êrîşeke jirêzê ye.  Tu têkariyan van êrîşan ji bo pêvajoya heyî tune ye ku mînakên vê yekê yên beriya niha jî hene. Divê dev ji vam yekan bê berdan.   DIVÊ SABOTAJ WERE EŞKEREKIRIN, BERPIRSIYAR WERIN DARIZANDIN   Birêz Erdogan beriya niha anî ziman ku ew ê li hemberî her cure sabotajan tedbîrên hewce bistînin. Ez dixwazin ji vir bendewariyên xwe ji Birêz Erdogan re bînim ziman.  Divê tavilê ev sabotaj were eşkerekirin û kiryarên wê werin darizandin. Me gelek astengî, nîqaşên erênî û neyînî derbas kirin. Bi hesasiyeteke mezin gihîştin vê qonaxê. Li vir berpirsiyariya sereke dikeve berê desthilatdariyê. Divê desthilatdarî erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne. Pêvajoya heyî 85 milyon welatiyan eleqedar dike. Dubare tînim ziman ku divê hemû kes bi gotin û pratîkên xwe berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne.’’   ‘DÊ KENGÊ BIÇIN ÎMRALIYÊ’   Piştî axaftina Bakirhan Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê bersiva pirsên rojnamegeran da.    Tulay Hatîmogûllariyê ev yek anîn ziman: ‘’Bernameya têkildarî çûna Îmraliyê dê di nava çend rojan de diyar bibe. Vê gavê serlêdaneke me tune ye.    Mijara çekdanîna PKK’ê ku ji aliyê Birêz Bahçelî û partiyên din ve hate îfadekirin. Em vê mijarê jî weke we ji nêz ve dişopînin. A niha hê jî operasyonên ji bo derveyî sînor berdewam dikin. Weke meseleke ewlehiyê îfade dikin. Birêz Ocalan di banga xwe ya di 27’ê Sibatê de bi awayekî zelal anî ziman. Gotibû ku ez xwediyê wê hêzê me ku kongreyê li dar bixim û biryaran bidim. Ji bo vê yekê divê şert û mercên hewce yên dabînkirina vê yekê werin bicihanîn. Bi qasî ku em dizanin têkildarî vê mijarê hê pêngavek tune ye.   ME TÊKILDARÎ MIJARA DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN BERSIVEKE ZELAL STAND   Fikra me ya têkildarî desteserkirina şaredariyan weke paşerojê, aniha jî zelal e. Di demên nêz de jî ev yek pêk hatin. Me nêrînên xwe yên têkildarî vê mijarê li gel partiyên ku bi wan re hevdîtin pêk anî, anîn ziman. Lê belê me bersiveke zelal nestand. Lê belê girêdayî mijara demokratîkbûyînê  her du partiyan jî anî ziman ku divê hin gav werin avêtin.   Têkildarî çekdanîna PKK’ê peyameke giştî hate dayîn. Girêdayî vê yekê em nikarin dîrokekê û plansaziyekê diyar bikin. Ne DEM Partî ne AKP û ne jî MHP’ê bi serê xwe dikare biryara vê yekê bide.  Derveyî vê yekê bi taybet helbet erk û berpirsiyarî dikevin berê AKP’ê. Ji ber ku bi rê ve dibe. Gotinên Birêz Erdogan yên têkildarî vê mijarê gelekî, girîng in. Em nizanin bê ka ev çi ne. Têkildarî vê yekê divê Birêz Serokkoma û rêveberî pêngavên erênî biavêjin.   Têkildarî plansaziya Newrozê me ji Birêz Ocalan re anî ziman ku ji bo di Newrozê de were dayîn, em li benda peyamekê ne. Em li bendê ne ku pêngaveke şênber were avêtin. Peyameke Birêz Ocalan dê piştgiriya vê pêvajoyê bike. Ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin vê peyamê. Me daxwazên xwe yên têkildarî vê peyamê ji rayedaran re ragihand. Em hêvî dikin ku bersiveke erênî bistînin. Di rojên pêş de em ê vê yekê bibînin.’’