Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn 2025-03-18 10:17:17 MÛŞ - Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Mûşê ji bo pîrozbahiya sibe bang kirin û gotin: “Divê em bi hev re xwedî li bangê derkevin û qadên Newrozan tije bikin.”  Îsal dê li 89 navendên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Cejna Newrozê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi coşeke mezin were pîrozkirin. Yek ji navendên ku dê Newroz lê were pîrozkirin jî Mûş e. Sibe dê li Qada Stasyona Gara Trenê ya li navendê pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin. Amadekariyên ji bo Newrozê temam bûn. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê Yasef Dînar û Kadriye Tang banga tevlibûnê li gel kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê û endamê Komîteya Amadekar a Newroza Mûşê Yafes Dînar bi bîr xist ku Newroz xwedî rabûrdiyeke 2 hezar û 600 sala ye û li dijî zilmê nîşaneya azadiyê ye. Dînar, got: “Gelê ku bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar bû yek, di şeva 21’ê Adarê de dawî li zilma Dehaq anî. Ji wê rojê heta niha jî her 21’ê Adarê li dijî zaliman bûye sembola berxwedanê û heta roja me jî cejna azadiyê tê pîrozkirin.”    GIRÎNGIYA NEWROZA 2025’AN     Dînar, bi lêv kir ku hedefa wan a ji Newroza 2025’an ew e ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî, azadî û civaka demokratîk ava bikin û ev tişt anî ziman: “Divê em bi hev re xwedî li banga Rêbertiyê ya ji bo aştiyê derkevin û qadên Newrozan tije bikin. Em daxwaza xwe ya aştî û azadiyê li qada Newrozê biqîrin. Divê gelê Mûşê jî ji bo qîrîna azadiyê ji her demê bêhtir qadan tije bike. Bi xwedîderketina li banga Rêbertiyê em dikarin daxwaza xwe ya ji bo azadiya wî nîşan bidin.”    JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ BANG LI HER KESÎ KIR     Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Kadriye Tang jî destnîşan kir ku Newroz tê wateya azadî, aştî û aramiyê û bi bîr xist ku gelên Rojhilata Navîn li dora van daxwazan Newroza xwe pîroz dikin. Kadriye Tang, axaftina xwe wiha qedand: “Newroza îsal ji bo bibe wesîleya avakirina civaka demokratîk û ji bo bi xwe re aştiyê bixe navbera gelên Rojhilata Navîn, pir girîng e. Lewma jî ji 7 salî heta 70 salî divê tevahiy gelê me qada Newrozê tije bike û xwedî li pêvajoya hatiye destpêkirin derkeve. Banga me ji bo gelê me ew e ku sibe cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe bikin û li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrin. Divê kesek xwe ji vê Newroza dîrokî nehêle. Ji ber ku ev Newroz dê bibe Newroza aştî û azadiyê. Em bang li her kesî dikin ku sibe beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Stasyonê bibin.”