Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin 2025-03-18 10:45:41 NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 63 kes ji hêla komên çekdar ve hatine qetilkirin.  Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê 63 kes hatine qetilkirin.    Agahiyên SOHR’ê têkildarî komkujiyan wiha ne:    *Li gundê Ezîziye yê li Newala El Habê ya Hemayê 3 kes ji hêla komên çekdar ve hatin qetilkirin.    * Li bajarê Laziqiyê 50 û li Tartusê jî 7 kes ji hêla komên çekdar ve hatin qetilkirin.    * Di encama teqîna mayinan ên li bajarokê Neîma ya li rojhilatê Derayê, bajarokê Şefayê ya li rojhilatê Dêrazorê û bajarokê Kefer Nibûl ê li başûrê Idlibê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.