Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê 2025-03-18 11:10:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji sembolên têkoşîna azadiyê ya Filistînê Leyla Xalid ku xwîn çû ser mejiyê wê, rakirin nexweşxaneyê.  Endama Komîteya Navendî ya Eniya Rizgariya Gelê Filistînê Leyla Xalid ku yek ji sembolên têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê ye, ji ber ku xwîn çû ser mejiyê wê rakirin nexweşxaneyê. Ji endamên Konseya Enternasyonal a Pêşverû Vîjay Prashad agahiya birina nexweşxaneyê ya Leyla Xalid li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir. Di parvekirinê de hate gotin ku Leyla Xalid di beşa lênihêrtina awarte de tê ragirtin.