Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir 2025-03-18 11:17:14 AMED - Ji Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê Gulşen Ozer, got: “Em ê Newrozeke dîrokî pîroz bikin. Em hemû gelan vedixwînin Newroza dîrokî.”  Newroza Amedê îsal dê di 21’ê Adarê de bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qada Newrozê bê pîrozkirin. Komîteya Amedekar a Newrozê ya Amedê têkildarî Newroza ku dê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" were lidarxistin, li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da.    Ji ewil Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û wiha got: “Heta îro me li gelek navçeyan Newroz pîroz kir. Di wan Newrozan de gel azadiya rêzdar Abdullah Ocalan û civaka demokratîk xwest. Di Newroza îsal de gotin û daxwaza me ya sereke dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Em ê bi vê daxwazê bi girseyî û coşeke mezin Newrozê pîroz bikin. Em bawer im em ê hemû astengiyên li pêş kurdan ji holê rakin. Em ê ber bi azadiyê û aştiyek bi rûmet ve bimeşin. Newroza îsal a 2025’an Newroza aştî û azadiyê ye. Em Newrozê li çar aliyê Kurdistanê û hemû gelê kurd pîroz dikin. Em ê bi reng û baweriyên xwe Newrozê pîroz bikin.”   Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî der barê amadekariyan de agahî da û wiha got: “Me piştî pîrozbahiya 8’ê Adarê dest bi xebatên Newrozê kirin. Em xebatên xwe bi hemû lezê berdewam dikin. Amadekariyên me yên Newrozê jî ber bi dawiyê ve ne. Heta niha li gelek navçe û gundên Amedê agirê Newrozê pêket û Newroz hat pîrozkirin. Ji bo civakeke demokratîk û jiyanek azad em ê Newrozê pîroz bikin. Emê îsal bi ruhê Newroza 2013’an û bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ Newrozê pîroz bikin. Em ji niha de Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi bi coşeke mezin û tevlibûneke xurt Newrozê pîroz bikin.”