MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir 2025-03-18 12:30:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo danişîna doza rojnameger Eylem Babayîgît ku dê sibe were lidarxistin, banga beşdarbûnê kir.  Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo danişîna doza rojnameger Eylem Babayîgît ku dê sibe were lidarxistin, banga beşdarbûnê kir. Eylem Babayîgît di 22’yê Çileyê de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Eylem Babayîgît dê sibe saet di 09.45’ê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin.    Daxuyaniya MKG’ê ya bi sernavê “Rojnamegerî sûc nîne” de wiha hate gotin: “Rojnameger Necla Demîr Arvas, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatin binçavkirin û di 20'ê Çileyê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Eylem Babayîgît jî bi heman hincetê di 22'yê Çileyê de hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.   BI BIRYARÊN KEYFÎ DEMA GIRTINÊ DIRÊJ DIKIN   Rojnameger Ahmet Guneş, di roja îdianameya wî hatibû amadekirin de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Dîroka danişîna doza rojnameger Eylem Babayîgît, Necla Demîr Arvas û Welat Ekîn diyar bûn lê ji ber biryarên bêrayetiyê yên dadgehê, dîroka danişîna dozên rojnameger Reyhan Hacioglû, Rahîme Karvar û Vedat Oruç hêj nehatine diyarkirin. Ev biryarên keyfî yên bê hiqûqê bûne sedema dirêjkirina dema girtina hevalên me.   DIXWAZIN DENGÊ JINAN QUT BIKIN   Weke rojnameger em dizanin ku ew ji pênûsa me, dengê me û israra me ya nivîsandina rastiyê ditirsin. Dixwazin dengê jinan qut bikin û têkoşîna rojnamegerên jin bêdeng bikin. Lê em ji vir careke din diqîrin; em li cem Eylem Babayîgît, Necla Demîr Arvas, Rahîme Karvar û hemû rojnamegeran in. Ji ber ku em dizanin ku; çapemeniya azad nayê bêdengkirin û divê rojnameger neyên girtin. Em ê heta dawiyê azadiya çapemeniyê, mafê raya giştî ya agahdarkirinê û têkoşîna bi rûmet a hevrêyên xwe biparêzin.   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Eylem Babayîgît dê di 19'ê Adarê roja Çarşemê li 22'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger. Weke MKG'ê em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê rûniştinê bişopînin. Em careke din destnîşan dikin ku rojnameger nayên darizandin, rojnamegerî ne sûc e, divê rojnamegerên girtî demildest bên berdan. Em bang li tevahiya raya giştî, rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî, parêzer û parêzvanên mafên mirovan dikin ku di 19’ê Adarê de li Edliyeya Stenbolê bin û piştgiriyê bidin hevkara xwe û hemû rojnamegerên girtî.”