Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin 2025-03-18 12:42:27 ÎZMÎR - Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê bang li tevahiya xelkê bajar kir ku di 22’yê Adarê de li Qada Gundogduyê bin.  Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ku dê di 22’yê Adarê de li Qada Gundogduyê bê lidarxistin, li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê daxuyanî da. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku Ocalan raber kiriye, sînorên netewe-dewletê derbas kiriye û perspektîfeke dîrokî ya ku avakirina civakeke wekhev, demokratîk û adilane hedef dike. Lê belê tê xwestin ku daxwaza aştî û azadiyê ya gelan bi dîwarên tecrîdê, bi polîtîkayên zextê û bi bêhiqûqiyan were astengkirin. Birêz Ocalan ku li Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de û cîbicîkrina aştiya civakî de xwedî roleke dîrokî ye. Bidawîkirina tecrîdê û avakirina şert û mercên azad ên muzakereyan, ne tenê ji bo gelê Kurd, bingeha daxwaza aştî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn e.”    'NEWROZ MEŞALEYA HÊVIYA AZADIYÊ YE’    Fulya Erdogan, wiha got: “Em; ji bo bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan û avakirina zemîna muzakereyên azad, li ser bingeha paradîgmaya Neteweya Demokratîk, ji bo jiyaneke wekhev û azad a gelan, ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan, parastina jiyaneke ekolojîk û ji bo têkoşîna li dijî pergala kedxwariyê ya kapîtalîst, em qadên Newrozê tije dikin. Newroz, berxwedan, azadî û aştî ye. Li dijî şer, xizanî û kedxwariya îro gelên Rojhilata Navîn rast tên, pêkan e ku pegaleke azad, wekhev û adilane ya li ser bingeha paradîgmaya Civaka Demokratîk a birêz Ocalan pêş xistî were avakirin. Newroz, agirê vê berxwedanê û meşaleya hêviya azadiyê ye.”    Fulya Erdogan, banga tevlibûna Newrozê li her kesî kir.