Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin 2025-03-18 13:20:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ji bo pirsa têkildarî peyama bidîmen a Abdullah Ocalan a di Newrozê de wiha got: “Mimkin nîne bi vîdeoyê pêwendiyek çêbibe. Heke ji bo nameyê daxwazek çêbibe dikare were nirxandin.”  Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç li Enqereyê bi nûnerên dezgehên çapemeniyê re civiya. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û Tunç, got: “Nîqaşa têkildarî ‘gelo dê ji vir û şûnde çi gav bên avêtin’ nîqaşeke rast nîne. Divê ev pêvajo têk neçe, ev ji bo me tevan girîng e.”    Têkildarî girtiyên nexweş jî Tunç ev tişt anî ziman: “Mesela girtiyên nexweş... Em dibêjin ‘bila girtî li girtîgehê nemirin.’ Ev, li dijî mafên mirovan e. Rast nîne ku ev weke efûya giştî bê şîrovekirin.”    MAFÊ HÊVIYÊ      Tunç, pirsa têkildarî “Mafê hêviyê” jî wiha bersivand: “Mafê hêviyê di mewzûatên me de tune ye. Berdana bi şert a hikûmxwarên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn 30 sal, ya hikûmxwarên cezayê muebbetê jî 24 sal in. Dema ev sal tije bûn û başhal bin, dê tehliye bibin. Heke ji carekê zêdetir cezayê muebbeta girankirî lê hatibe birîn, wê demê rewş cuda ye. Cezayê mirinê veguherandine cezayê muebbeda girankirî. Hukmekî taybet di Qanûna Înfazkirina Cezayê de heye ku dibêje berdana bişert di cezayê muebbeda girankirî de tune ye.”    Tunç, îdia kir ku li Îmraliyê tecrîd nîne û got: “Anku şert an jî cihêkariyeke li gorî hikûmxwaran tune ye. Mercên tenduristiyê, xwarin, vexwarin û cihê mayinê yê li wir li gorî mewzûatên me ye.”    NÎQAŞA TÊKILDARÎ BANGA BIDÎMEN    Ji bo pirsa “Gelo dê Ocalan di Newrozê de bangeke bidîmen bike?” jî Tunç ev bersiv da: “Di mewzûatên me de şertên ku hikûmxwar bidîmen li gel xizmên xwe biaxivin diyar in. Dikare nameyê bişîne û li ser telefonê biaxive. Ev, di mewzûatê de hene. Lê belê pêkan nîne bi rêya vîdeoyê an jî weşaneke zindî beşdar bibe. Dikare nameyê bişîne. Hikûmxwar dikarin nameyan bişînin û dikare ji wan re name were şandin. Heta niha di mijara nameyê de daxwazek nehatiye kirin. Lê heke daxwazek çêbibe, ev mijar dikare were nirxandin.”    Têkildarî vîdeoya di dema hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan de hatiye kişandin jî Tunç wiha got: “Vîdeo, bi temamî ji hêla ewlehî û îstîxbarata dewletê ve hatiye kişandin.”