PYD û ENKS civiyan 2025-03-18 15:58:12   NAVENDA NÛÇEYAN - PYD û ENKS beriya konferansa ku dê di 20’ê Adarê de bê lidarxistin, civiyan.    Di 16’ê Adarê de ji bo nirxandina geşedanên li Sûriyeyê û her wiha xebatên yekitiya Kurdan, ji bilî ENKS’ê partiyên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya hêzên civakî û siyasî civînek li dar xistibû. Yek ji mijarên serekê yên civînê jî nîqaşkirina xebatên lidarxistina konferanseke partî û hêzên Kurdan bû. Piştî civînê, partiyên siyasî daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku wan li ser belgenameyeke siyasî nîqaş kirine. Di belgenameyê de nêrînên Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) û partiyên derveyî wê, her wiha yên ENKS’ê cih digirin.    Li gorî daxuyaniyê, li ser daxwaza ENKS’ê ku xwestiye civîneke taybet bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re pêk bîne, hemû partiyên li derveyî wan ji bo pêkanîna yekitiyê ev yek qebûl kiriye. Li gorî nûçeya ANHA’yê, îro di navbera PYD û ENKS’ê de civînek ji ragihandinê re girtî tê lidarxistin.    DI 20’Ê ADARÊ DE DÊ KONFERANS BÊ LIDARXISTIN   Her wiha li gorî agahiyan komîteyê dane, dê di 20’ê Adarê de li Qamişloyê konferansek were lidarxistin.