Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe 2025-03-18 16:16:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza vegera bi ewle ya gelê Efrînê li ser xaka xwe kir.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvegera 7'an a êrişên Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî û Koalîsyona Navdewletî kir ku destwerdanê bikin da ku gelê Efrînê yê koçberbûyî vegerînin ser xaka xwe ya dîrokî.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “18 'ê Adarê salvegera 7 'emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên terorîst ên tundrew ve ye. Piştî êrîşên hovane yên li ser kantona Efrînê bi sed hezaran kes koçber bûn. Di dema ku dagirkirina bajarê zeytûnan bû sedema cihêbûna şêniyên herêmê, civaka navdewletî jî li hemberî komkujiyên li dijî gelê Efrînê û xwezaya wê ya bedew bêdeng ma. Siyasetên tunekirinê yên dagirkeran û rêxistinên terorîst îro jî berdewam in, nemaze piştî hilweşandina rêjîma berê. Her ku çeteyên Tirkiyeyê ber bi Helebê ve bi pêş ve çûn, karesateke din rû da. Çeteyên ku hewl dan tola xwe ji gelê Efrînê yê li kampên Şehba û Til Rifatê li ber xwe dan hilînin, careke din bi hezaran mirov ji cih û warên xwe kirin.   Em bang li civaka navdewletî û Koalîsyona Navdewletî dikin ku destwerdanê bikin da ku gelê Efrînê yê koçberbûyî vegerînin ser xaka xwe ya dîrokî. Di vê bûyera trajîk de jî em piştgiriya xwe ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Spî radighînin."