Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin 2025-03-18 16:24:33   RIHA - Hevberdevka Komîteya Amadekar a Newrozê ya Rihayê Sîbel Akaltun diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo Newroza Rihayê ku dê di 20’ê Adarê de bê lidarxistin temam bûne û got: “Werin em bi hev re agirê azadiyê gur bikin.”    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Rihayê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê Adarê de bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" bê lidarxistin, daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar hat dayin. Li gel endamên Komîteya Amadekar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Hevberdevka Komîteya Amadekar a Newrozê ya Rihayê Sîbel Akaltun di daxuyaniyê de got ku wan hemû amadekariyên xwe temam kirine.    Sîbel Akaltun, diyar kir ku ew bi “banga sedsalê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadekariyên xwe dikin û got: “Agirên Newrozê yên heta roja me hatin hilkirin, em bêhtir nêzî aştî û azadiyê kirin. Û hêvîdarin ku Newroza 2025’an bi banga aştî û civaka demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan bibe wesîleya amadekirina zemîna aştiyê. Pîrozbahiyên Newroza îsal xwedî wateyeke dîrokî ne. Pîrozbahiyên Newrozê dê bibin qadên civakîkirina vê banga aştiyê.”    ‘NEWROZ RUHÊ BERXWEDANÊ YE’    Sîbel Akaltun, destnîşan kir ku Newroz li dijî zext, cihêkarî û bêedaletiyê tê wateya deng û ruhê berxwedanê yê hevpar ê gelan û wiha pê de çû: “Bi vê boneyê em jî dibêjin ku ji bo aştî, azadî û wekheviyê dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê pîrozbahiya Newrozê bi tevlibûneke xurt a gelê me li dar bixin. Bername dê ji guhdarîkirina stranan û axaftinan pêk bê. Ji bo ewlehiya qada Newrozê hemû tevdîr hatine girtin. Banga me ji bo gelê me ew e ku di 20’ê Adarê roja pêncşemê de em bi hev re li qada mitîngê ya li pêşiya Stadyuma 11 Nîsanê agirê Newrozê gur bikin. Newroz pîroz be.”    NEWROZA RIHAYÊ    Di 20’ê Adarê saet di 10.00’ê de dê li qada li kêleka Stadyuma 11 Nîsanê were pîrozkirin. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan dê tev li bibin. Hunermend Hozan Hamît û Hediye Kalkan dê derkevin ser dikê.