Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin 2025-03-19 09:40:11 STENBOL - Walîtiya Stenbolê ragihand ku ji 19’ê Adarê heta 23’yê Adarê li seranserî bajar tevahiya çalakî, xwepêşandan û daxuyaniyan hatine qedexekirin.  Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi îdiaya “Rêberê rêxistina sûc” hat binçavkirin, Walîtiya Stenbolê daxuyanî da. Walîtiyê, li dijî îxtîmala protesto, çalakî û xwepêşandanan, biryara qedexeyê da. Walîtiyê ragihand ku ji 19’ê Adarê heta 23’yê Adarê li seranserî bajar tevahiya civîn, xwepêşandan û daxuyanî hatine qedexekirin.