Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin 2025-03-19 09:48:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Şopandina Azadiya Înternetê Netblocksê diyar kir ku piştî binçavkirina Ekrem Îmamoglû, li Tirkiyeyê xwegihandina gelek platformên medyaya dijîtal hatiye bisînorkirin.  Platforma Şopandina Azadiya Înternetê Netblocksê li ser hesaba xwe ya X’ê diyar kir ku piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li Tirkiyeyê xwegihandina gelek platformên medyaya dijîtal hatiye bisînorkirin.   X, YOUTUBE, TÎKTOK, INSTAGRAM    Netblocksê di parvekirina xwe de wiha got: “Pîvanekên zindî nîşan didin ku di serî de X, YouTube, Instagram û TikTok, Tirkiyeyê xwegihandina gelek platformên medyaya civakî bisînor kiriye. Ev sînorkirin, piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û bi dehan kesên din ku muxalefet weke ‘derbe’ pênase dike, hat kirin.”   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de siyasetmedar, hunermend û rojnameger jî di nav de der heqê zêdetirî 100 kesan de biryara binçavkirinê hate dayin.