Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan 2025-03-19 09:55:55 DÎLOK - Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran diyar kir ku beranberiyeke banga Abdullah Ocalan baro û saziyên sivîl in û got: "Ji ber vê yekê baro jî dikarin bi lihevkirineke ku her kes tê de heye gengeşiya destûreke bingehîn a nû bikin."  Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bandorên wê dewam dikin û got ku "zimanê aştiyê" gelekî girîng e. Duran ku bangê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand, diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîn û pêşketina pêvajoyê de gavên pêwîst hene û got: "Di pêvajoyê de demokrasî û azadî di bin xeteriyê de bûn, qeyûm bên tayînkirin, rojnameger bên girtin, der barê mafên demkokratîk û di destûra bingehîn de hatine naskirin, biryarên bi fikar bên girtin... Di demeke wiha de demokratkbûyîn, rûniştina bi saziyên demokratîk re û zimanê aştiyê pir girîng e. Zimanê aştiyê di warê civakî de lihevkirinek e."    Bulent Duran bal kişand ser pêwîstiya dabînkirina hawirdoreke ku hemû saziyên demokratîk bi awayekî ku li hemû beşên civakê bibe bersiv û wiha got: "Derdoreke ku her kes bikaribe siyaseta xwe bike, fikrên xwe derxe holê û xwe birêxistin bike, wê aştiyê pêk bîne."   Bulent Duran bal kişand ku divê pêvajo bi awayekî dualî bê meşandin û destnîşan kir ku divê saziyên demokratîk û mafparêz jî wekî aliyên sêyemîn daxilî pêvajoyê bibin.    Duran bal kişand ku divê civaka sivîl jî tevlê bibe û rola xwe bilîze û got: "Tenê libendemayîn cihê fikaran e. DIvê mirov tam di nava vî karî de be."    Duran destnîşan kir ku divê aliyên sêyemîn jî tevlî bibin û wiha dewam kir: "Bi lihevkirina hemû nasnameyên li welat dijîn, bi peymanên navneteweyî û sererastkirinên qanûnî yên hiqûqî û destûreke bingehîn a nû ku azadiya raman û hebûna kesan mîsgoer dike, wê pêkan be. Baro û rêxistinên sivîl bersiva bangawaziyê ne. Ji bilî kesên ku vê pêvajoyê dimeşînin divê her kes wekî aliyekî sêyemîn tevkariya xwe bike."   Duran bilêv kir ku ji xeynî kesên vê pêvajoyê bi rê ve dibin wekî aliyê sêyemîn divê her kes xwe daxilî nava pêvajoyê bike û got: "Gava wiha be, wê bibe pêvajoyeke watedar. Têgîna maf, têgînek e ku her kes xwe tê de dibîne. Yan na 'wî çi got?', 'Wî çi got' Na, divê bi şertan ve neyê girêdan. Gava aliyên sêyem jî daxilî nav bibin, wê pêvajo ber bi cihekî din ve biçe. Lewma beriya her tiştî ez ji baroyan li benda tiştekî wiha me. Mesela baro dikarin gengeşiyeke destûra bineghîn bikin. Ji bo siberojeke azad dikarin rola xwe bilîzin. Ev peywir, wekî baro dikeve ser milê me. Lewma ger aliyên sêyem peywira xw ebi cih bînin, dê pêvajo be rbi çareseriyê ve biçe."    MA / Ceylan Şahînlî