Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike 2025-03-19 09:58:18 STENBOL- Doç. Dr. Yucel Demîrer da zanîn dabînkirina şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan pêwîst e. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî diyar kir ku hewldana Tirkiyeyê ya derbeyê ya li peymana li Sûriyeyê dê derbeyeke mezin li pêvajoya Tirkiyeyê bide. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bandorên çareseriya pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk li gelek beşên civakî û li akademiyê dewam dikin. PKK’ê bersiva banga Abdullah Ocalan da û agirbest îlan kir, lê dewletê heta niha di vî warî de tu gav neavêtiye. Beriya ku pêvajo bigihêje encamê, gavavêtina dewlet û desthilatê wekî bêbaweriya herî mezin tê dîtin. Akademîsyenê Aştiyê Doç. Dr. Yucel Demîrer diyar kir ku aştî wekî nan û avê mijareke girîng e.    Demîrer anî ziman ku aştî bandorê li hemû qadên jiyanê dike û got: "Em ji hûrguliyên têkildarî awayê pêşveçûna pêvajoyê haydar nînin. Haya me ji detayên ku ev pêvajo çawa bi pêş ve diçe nîne. Ez vê yekê bi taybetî di çarçoveya ku Tifaqa Gel li gorî berjewendiyên xwe vê pêvajoyê bi rê ve dibe, dibêjim. Ez behsa çi dikim? Ez behsa qeyûman, zextan, girtinan, taciza li hemberî xebatkarên çapemeniyê dikim. Şîroveyên em der barê pêvajoyê de dikin tu hêleke wan a xwe disipêrin agahiyan tune ye. Lewma beriya her tiştî ya girîng ew e ku gel bê serwextkirin û pêvajoyeke bi vî rengî bê avakirin."    Demîrer bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve, pêwîstî bi şopandineke ji nêz ve û zimanekî şopdariyê heye. Demîrer got: "Di vê pêvajoyê de gelekî girîng e ku aktor zelal bin û nûnerên ku li her du aliyên maseyê rûniştine rêzê li hev bigirin. Lê em ê nêrîna xwe ya rexnegir jî paşguh nekin. Ji lew re pêvajoya aştiyê li fezayê li nêvengeke bêoksîjen nabe. Li nêvengeke têkel, tevlîheb ya aborî, civakî û siyasî ya Tirkiyeyê çêdibe. Krîzeke aborî heye. Di pêvajoyên ku mirov li hemberî birçîbûnê têdikoşin de, berteka mirovan a li hemberî hevokên aştî de hene jî cuda ye. Bi taybetî êş û zara bi salan a gelê kurd. Di vî warî de gelek pirsên gelê kurd hene. Lewma beriya her tiştî divê em di vê pêvajoyê de dest ji wekheviyê bernedin."    Demîrer îşaret bi wê yekê kir ku di warê baweriyê de ji her du aliyan jî kêmasî tên dîtin û got ku divê tevdîrên pêbawer bên girtin.    'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN ÊN XEBATÊN BÊN DABÎNKIRIN'   Demîrer anî ziman ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin da ku bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe û got: "Di vê pêvajoyê de barekî giran li ser milê Abdullah Ocalan heye û pêwîstî bi dabînkirina şert û mercên xebatê yên ji bo vê heye. Ev mijareke siyasî ye. Kampanya ji bo propagandaya siyasî yan jî pirsgirêkeke siyasî wêdetir, pirsgirêkeke teknîkî ye. Ji ber ku di meseleyeke di asta navneteweyî de ku bi milyonan kesî eleqedar dike, nabe ku aktor di nava astengiyan de be."   GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ   Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê yên têkildarî pêvajoyê. Tahmaz da zanîn ku li holê du metn hene û wiha got: "Metneke Ocalan heye. Her wiha metneke bi îmzeya rêveberiya Şamê û pêşengê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mazlûm Ebdî jî heye. Zemîna siyasî, berpirsyarî û erkên ku van her du metnan li ser esas digirin ji hev cuda ne. Di avakirina dewleteke nû de li Sûriyeyê şansên pêkanîna wê çi ne? Sedema îmzeyê ew bû ku HTŞ bi tena serê xwe di avakirina dewleta nû ya Sûriyeyê de têr nake û diviyabû kurdan weke hevalbendê xwe bigirta. Îhtîmala avabûna dewleteke nû, bi taybetî komkujî, hêzên navneteweyî û herêmî seferber kir. Û vê dînamîkê metneke bi vî rengî anî. Çima? Ji ber ku niha meyla sereke ya cîhanê ewlekariya dewletan e."   Tahmaz bal kişand ser wê yekê ku gavên ku Tirkiye piştî peymana li Sûriyeyê avêtiye potansiyeleke şaş dihewîne û wiha got: "Îhtimal heye ku Tirkiye bi qasî ku ji destê wê tê hewl bide ku wê peymanê betal bike. Ev yek dê derbeyeke mezin li pêvajoya Tirkiyeyê bide, ji ber ku Tirkiye di asteke krîtîk de ye. Bi gotina Ocalan, 'di pevçûna bu kurdan re derbasbûna zemîna hiqûqî polîtîk' heye. Ji bo vê hewl dide. Dibe ku bandorê li lidarxistina kongreya PKK'ê jî bike. Pêşî divê Tirkiye dest ji vê berde. Ji lew re ev pirsgirêk ew pirsgirêk e ku dibe ku veguhere erdekî bimayin. Ger dîsa mase bê qulibandin û Ocalan li derve bê hiştin û Qendîl kongreyê li dar nexe, dê Tirkiye veguhere erdekî bimayin. Pevçûneke çekdasrî çênebe jî dê pevçûna siyasî û çandî pir kûr bibe."    MA / Melîk Çelîk