Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e 2025-03-19 09:59:30 ÎZMÎR - Dîroknas û Nivîskar Erdogan Aydin diyar kir ku eger Kurd bi Tirk, Ereb û Farisan re bibin xwedî maf û azadiyên wekhev wê aştiya herêmê pêkan be û ji bo vê yekê divê Kurdên li 4 parçeyan yekîtiya neteweyî pêk bînin. Di 27'ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kiribû. Di bangawaziyê de işaret bi pêşketina dîrokî ya ‘Tifaqa Kurd-Tirk’ kir û destnîşan kir ku divê li ser bingeha "welatîbûna wekhev û demokratîkbûyînê" bê nûkirin. Abdullah Ocalan îroj pergala netewe-dewlet wek çavkaniya sereke ya pevçûnan bi kar tîne û bal kişand ser wê yekê ku ev rewş dikare bi modela jora neteweyan çareser bibe.   Di dîrokê de tifaqa Kurd û Tirk çawa û di kîjan şert û mercan de destpê kir, tifaq çawa veguherî pevçûnan û sedema pevçûnan çi ne? Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin pêşketina dîrokî ya vê tifaqê, qonaxên ku tê re derbas bûne, veguherîna wê û gelo pêkan e ku ev tifaq li şopa xwe ya dîrokî vegere yan na, nirşxand.   Aydin bibîrxist ku Tirk di navbera salên 900 û 1000’î de hatine Anatolyayê û ji ber ku herdu gel jî misilman bûne di navbera wan de pevçûn derneketiye. Aydin da zanîn ku wê demê di navbera şîa û sûniyan de pevçûn hebûne lê ji ber ku desthilatên Kurd û Tirk sûnî bûne di navbera wan de nakokî dernekiye û di dîrokê de tifaqa yekem jî bi Şerê Milazgirê ve pêş dikeve. Aydin diyar kir ku piştî Şerê Milazgirê li şûna dewamkirina begtiyên Kurdan yên wekî Merwaniyan bêhtir girêdana Împaratoriya Selçûkiyan ve hatiye tercîhkirin û ev jî vebijêrka ku Kurd bibin xwedî dewleteke cûda ji holê radike û wiha axivî: “Eger em hem nasnameya misilmantiyê û hem jî faktorên ku hê hişmendiya neteweyî di vê serdemê de pêk nehatiye li ber çavan bigirin, ev têkiliya yekemîn ji bo hemû têkiliyên piştî wê neynikek e. Û ev neynik tîne bîra me ku ji aliyekî ve erê ji mijara tifaqa hezar salî ya Kurdan bi Tirkan re, ku îro ji aliyê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ve tê îfadekirin; lê li aliyê din tê xwestin ku bi guman nêz bibin."   DI SALÊN 1500’Î DE XWESERIYA KURDAN   Aydin anî ziman ku heman tişt di Şerê Çaldiranê ya sala 1514’an de tê jiyîn û di vî şerî de bi saya Kurdan dewleta Osmaniyan li hemberî Safewiyan bi ser dikeve. Aydin da zanîn ku piştî vî şerî Osmaniyan xweseriya begên Kurdan nas kiriye û wiha got: “Yanê destur nade dewlet bê avakirin, lê xweseriyê nas dike. Nemaze jî di navbera siyasetmedar û entelektuelê Kurd Îdrîsî Bîtlîsî û Yavûz de peymana Amasyayê tê îmzekirin. Bi vê peymanê ve mîrîtiyên Kurdan derveyî pergala timar a Osmaniyan tên hiştin. Mîrîtiyên Kurdan li ser axa xwe serdestiya xwe didomînin. Mîrîtiyên Kurd hebûna xwe wekî mîrîtî domandin û berdêla wê jî baceke birêkûpêk dan dewleta Osmanî. Di rewşa şer de jî ji bo Împaratoriya Osmanî leşker dişandin. Di vir de statuyek heye. Di navbera salên 1514 û 1820’an de Kurd girêdayî Osmaniyan bûn, lê xweseriyeke wan jî hebû.”   'TÊKILIYÊN GIRÊDAYÊ HEV'    Aydin diyar kir ku ev statû bi Mahmûtê Duyemîn re yekalî ber bi xirabûnê ve çû û got ku gavên Mahmût Duyemîn ên ji bo navendîkirina dewletê kir ku Kurd berdêlê bidin. Aydın, anî ziman ku di vê serdemê de ji ber neyekbûna Kurdan û nebûna hişmendiya netewî berxwedan lawaz bû û divê ji vê yekê ders bên derxistin û wiha got: "Dema em li dîrokê dinêrin kurd her tim li hemberî Osmaniyan, Selçûkiyan, Emewiyan, Abbasiyan û Sefewiyan di dezavantajekê de bûn. Ji ber vê yekê, dema ku nedîtina wan a siyasî ku hevkarî û yekparebûna wan misoger dike were zêdekirin, îro nexşeya Rojhilata Navîn xirabtir bûye.” Aydin anî ziman ku her çiqas mafê damezirandina dewletekê bi giştî mafê bingehîn ê miletan e di serdema netewperestiyê de û di encamê de Tirk, Ereb û Faris ku dikarin dewletên xwe ava bikin, Kurdan tevî ku xwedî nifûsek pir mezin û erdnîgarî ne jî ji ber helwestên xwe yên girêdayîbûna ya dîrokê, serdema neteweyan ji dest çûye.   YEKITIYA KURDAN   Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir divê Kurd teqez yekitiya xwe pêk bînin û wiha got: “Ji ber vê yekê, pêşketineke neteweyî ya Kurdan ku karibe li her çar parçeyên heyî entegrebûna hev, wê ji xwe pêk were. Di rastiyê de tevgera Kurd li Tirkiye û Rojava formûleke nû pêş xist. Pêşketineke bi yekgirtina neteweyî ya bi Kurdistana Iraqê re, dibe ku pêkanîna vê formûlê ji ya ku mirov bifikire hêsantir û kurttir bike. Ji bo vê jî divê yekîtiya netewî ya Kurdan weke pêdiviya demokrasiyê û têkoşîna mafan were parastin. Di roja îro de jî bi awayekî fermî li derve neyê nîşandan jî, daneyên xurt hene ku li Tirkiyeyê îhtimal û gavên pêvajoya çareseriyê hatine avêtin. Lê belê li Tirkiyeyê bingeha ku siyaseta Tirk mafên Kurdan wekhev û li ser esasê wekhev qebûl dike, nîne. Di vê mijarê de ya herî pêşketî dewleta federal a li Kurdistana Iraqê ye. Lê belê di xwedîderketina herêmên din ên Kurdan de kêmasî û qelsiyeke cidî heye û pirsgirêkeke Kurd heye ku tenê xwe dispêre berjewendiyên serdestan. Ji ber vê yekê, eger Kurd karibin di nava xwe de baş nîqaş bikin û li welatên lê ne bi hêzên serdest re lihevkirinekê pêk bînin, pêkane ku di dema pêş de li gorî mercên nû pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.”   'ÇARESERÎ HEMWELATIYA WEKHEV E'   Aydin, destnîşan kir ku aştî li ser esasê hemwelatiya wekhev dikare pêş bikeve ku tu kes pêkutî û îstismara din nake û wiha berdewam kir: "Çareseriya pirsgirêka Kurd a îro bêyî ku sînorên heyî bi temamî ji holê bên rakirin; lê dikare ji cihekî ku Kurd bi Tirk, Ereb û Farisan re bibin xwedî mafên wekhev, çareser bibe. Ev çareserî hem li gorî konjonktura navneteweyî ya heyî, hem jî li gorî rastiya herêmê zêdetir e. Ji bilî vê yekê, ev çareserî li şûna formula dewletê ya neteweyî ku bi berjewendiyên serdestan re li hev dike, ancax dikare li ser bingeha çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên gelê Kurd, hilberîner, kedkar û jinan pêk were. Yanî pêngavên wekî rakirina qedexeyên li ser zimanê dayikê, naskirina mafê xwerêveberiyê ji aliyê hemû hikumxwarên herêmê ve û nermbûna demkî ya sînoran karibe pêşketina bi lez a herêmê, çareseriya pirsgirêka Kurd, di zûtirîn demê de bidawîbûna şer û serbixwebûna herêmê misoger bike. Ez difikirim ku çînên desthilatdar ên Tirk, Ereb û Fars jî mecbûrî vê ne. Ji ber ku budçeyên wan ên giran ên şer û meyla wan a herdemî ya xerakirina dîrok û siyasetê ji bo înkarkirina Kurdan tevahiya herêmê jehrî dike. Ji bo vê jî qebûlnekirina çareseriya pirsa Kurd weke derseke ku ji vê dîrokê were derxistin. Ji krîza aborî ya Tirkiyê bigire heta têkiliyên derve û pirsgirêkên aborî yên herêmê û gelek pirsgirêkên din çareser bike.''   MA / Tolga Guney