Ji bo Newroza Mêrsînê bang 2025-03-19 10:25:25 MÊRSÎN  - Ji Komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrsînê Hasan Cîde ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 22’yê Adarê de li navçeya Akdenîzê were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.  Yek ji navendên ku Cejna Newrozê bi coşeke mezin lê tê pîrozkirin jî Mêrsîn e. Newroza îsal dê li di 22’yê Adarê saet di 11.00’ê de li Qada Mitîngê ya Tirmilê ya li navçeya Akdenîzê dest pê bike. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê weke axêver tev li pîrozbahiyê bibe û hunermend Hîvron-Pîroz, Nûrcan Degîrmencî û koma defê ya jinan a herêmî jî dê derkevin ser dikê.    BANGA NEWROZÊ   Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrsînê Hasan Cîde bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û geşedanên li Rojhilata Navîn. Cîde, wiha got: “Hêzên emperyalîst dixwazin Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Birêz Ocalan bi banga xwe ya 27’ê Sibatê re nîşan da ka divê çi were kirin û çiqas pêdivî bi aştiyê heye. Ji bo xwişk-biratiyê û demokratîkbûnê bang kir. Rêbertî di mijara avakirina civaka demokratîk de israr dike. Hêvîdarin Newroza îsal bibe wesîleya aştiya welatê me û Rojhilata Navîn. Tu şer heta hetayê dom nekirine. Aştiya herî xerab jî ji şer baştir e. Banga me ji bo tevahiya gelê me ye; werin beşdarî Newrozê bibin û ji bo demokratîkbûna welat peyamekê bidin.”