Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike 2025-03-19 10:31:04 ÊLIH -Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk banga tevlibûna Newrozê kir û got: “Em ê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pîroz bikin.”  Newroza îsal a li Êlihê dê sibe li Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê temam bûn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel, Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor, ji TJA’yê Mekiye Ormanci weke axêver dê tev li bibin. Hunermend Mehmet Atli û Aryen Kom dê derkevin ser dikê.    'AŞTÎ WEKHEVÎ Û AZADÎ’   Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk, diyar kir ku Newroza îsal ji bo gelan girîng e û got: “Di demeke hêviya aştiyeke birûmet mezin bûyî de em Newrozê pîroz dikin. Em ê bi daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan Newrozê pîroz bikin. Newroza ku me di 12’ê Adarê de starta wê dabû, ji wê rojê heta niha bi tevlibûn û coşeke mezin derbas bû. Em ê vê tevlibûn û coşê di 20’ê Adarê de derxin lûtkeyê. Em hemû kesên daxwaza aştî, wekhevî û azadiyê dikin vedixwînin Newrozê.”    ‘NEWROZA AZADÎ JI BIRÊZ OCALAN RE’    Aktîvîsta TJA’yê Hava Can jî anî ziman ku Newroz ji bo hemû gelên cîhanê girîng e û ev tişt anî ziman: “Em ê bi nanebûniya banga dîrokî ya birêz Ocalan biherikin qada Newrozê. Ev Newroz dê ji bo aştî, azadî û demokrasiyê girîng be. Dê bibe Newroza azadiya birêz Ocalan. Em bang li jinan dikin ku bi cilûbergên Kurdî, bi çepik û dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li qadê bin. Werin em bi hev re Newroza îsal veguherînin Newroza azadî û aştiyeke birûmet.”    Hevseroka DBP’a Êlihê Mehdiye Demîr jî got: “Cejna Newrozê sembolê vejînê ye. Bila ev roja girîng bibe roja avakirina hêviyên aştiyê yên gelan. Hemû aştîxwaz û azadîxwaz bila tev li bibin. Em bi hev re agirê berxwedanê gur bikin.”