Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin 2025-03-19 10:49:07 AMED - Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû dan û diyar kirin ku ew ê qebûl nekin siyaset bi destê darazê were dîzaynkirin û dê îradeya gel biparêzin.  Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir têkildarî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşan dan.    Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku îradeya gel hedef hatiye girtin û got; “Ev operasyon, êrişeke yekser a li dijî îradeya gel e.” Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha domand: “Ev feraseta ku tehemûla lihevkirina bajar nake, demokrasiyê tune dihestibîne û di bêhiqûqtiyê israr dike, baweriya gel a bi edalet û demokrasiyê têk dibe. Em bang li îktîdara ku îradeya gel nas nake û civakê dabeş dike dikin ku ji bo demokrasiyê rêz bigire. Em bi tu awayî qebûl nakin ku siyaset bi destê darazê were dîzaynkirin. Divê Îmamoglû û binçavkiriyên din tavilê bên berdan û radigihînin ku em li cem hemû kesên ji bo demokrasî û hiqûqê têdikoşin cih digirin.”    'GEFA LI SER NIRXÊN DEMOKRATÎK’    Keskîn Bayindir jî anî ziman ku di civakên demokratîk de azadiya xweîfadekirinê, mafê siyasetê û îradeya gel bi ser her tiştekî re ne û biçavkirin weke gefeke cidî ya li dijî serweriya hiqûqê û nirxên demokratîk nirxand. Bayindir, got: “Siyasîbûna daraz û hiqûqê, dê zirarê bide aştiya civakî û edaletê. Divê rêz ji îradeya gel re were girtin û astengiyên li pêşiya pêvajoyên demokratîk bên rakirin. Divê tevahiya kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan û rêgezên sereke yên hiqûqê neyên binpêkirin. Bêyî ku baweriya xwe ya bi demokrasiyê winda bikin, em ê her tim îradeya gel biparêzin.”