Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da 2025-03-19 11:07:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da.  Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li ser medyaya dijîtal daxuyanî da. Ozel, got: “Em di gorê de jî ben bila her kes di 23’yê Adarê de biçe ser sindoqê. Heke em pêşiya vê derbeyê negirin dê êdî sindoq tune be.”    Ozel, diyar kir ku biryardayina li şûna gel û astengkirina îradeya gel “derbe” ye û got: “Ji bo nehêlin serokkomarê din ji hêla gel ve were diyarkirin, hêzek di dewrê de ye. Em bi derbeyeke li dijî serokkomarê me yên din re rû bi rû ne. Miletê me ji dewleta xwe hez dike lê heke dewlet li dijî gel bisekine, wê demê milet destûrê nade. Hêza esasî milet e û di dawiya dawî de milet bi ser dikeve. Em ê teslîm nabin. Di dawiya dawî de dê bi gotina milet bibe û Tirkiye qezenc bike.”