3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne 2025-03-19 11:25:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û yên navçeyên wê Beylûkduzu û Şîşliyê yên CHP’î di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” de hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li gel Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû her wiha Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan û Şaredarê Beylîkduzuyê Mehmet Mûrat Çalik jî hatin binçavkirin. Dozgeriyê, di daxuyaniya xwe ya duyemîn de ragihand ku biryara binçavkirinê di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” de hatiye dayin.    Şahan, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Îro di danê sibehê de li mala min lêgerîn hate kirin û hatim binçavkirin. Destûr nedan parêzerê min tev li lêgerînê bibe. Bila her kes bêhnfireh be.”    Çalik jî li ser hesaba xwe got: “Cîranên min û stenboliyên hêja. Îro di danê sibehê de li mala min lêgerîn hat kirin û hatim binçavkirin. Em dizanin ku ne serok Ekrem Îmamoglû ne jî ez û hevalên min bi tenê nînin. Rêhevalên me dê bi heman bîr û baweriyê xebatên xwe bidomînin. Xizmeta me ya ji bo gel dê bênavber bidome. Em xwe emanetî gel dikin.”