Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê 2025-03-19 12:24:29 STENBOL - Di yekemîn danişîna doza rojnamegera girtî Eylem Babayîgît de biryara berdanê hat dayîn. Yekemîn rûniştina doza ku rojnamegera girtî Eylem Babayîgît bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Eylem Babayîgît û parêzerên wî di rûniştinê de amade bûn. Di rûniştinê de nûnerên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), her wiha gelek kes amade bûn.   'BERNAME WEK SÛC HATIN DÎTIN'   Eylem Babayigît a piştî nasnameyê parastina xwe kir û wiha got: "Ez rojnamevan im. Îfadeyên ku mêvanên bernameyê di bernameyên min de bi kar dianîn, weke sûc hatine hesibandin. Hemû bernameyên min di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne. Min di warên cuda yên wekî jin, ked, hawirdor û aboriyê de bername çêkirin. Di bernameya navborî ya bi navê Mercekê de min gelek bername çêkirin, lê tenê çend heb li ber min tên danîn û weke sûc tên nîşandan. Di nava 2 mehên ez li vir bûm de min nekarî xebatên xwe yên rojnamevaniyê bidomînim. Li ser vê bingehê, ji ber ku ez li pey rastî û heqîqetê bûm, min ev bername çêkirin. Mafê min ê çêkirina nûçeyan ji destê min hat girtin û mafê agahdarkirinê yê gel hat astengkirin."   'SÛCDARKIRIN BÊHIQÛQÎ NE'   Piştre parêzera Eylem Babayîgît, Nagehan Avçîl wiha got: "Behsa naverokên 10 nûçeyan tê kirin. Peyva 'Kurdistan' endamtiya rêxistinê tê hesibandin. Dîsa tecrîda Îmralî jî wekî endamtî hat hesibandin. Bername yên ji sala 2023'an heta 2024'an in. Sal û nîvek derbas bû. Di warê maweyê de krîmînalîzekirina bernameyê li dijî hiqûqê ye. Di rastiyê de dozgerê lêpirsînê armanca xwe eşkere kir û hat destnîşankirin ku bikaranîna gotina wî ya 'girtî û dîlgirtî' ji bo kesên di greva birçîbûnê yên wê demê de û bikaranîna wî ya van gotinan 'zerar' daye îtibara hikûmetê. Yanî tê wê wateyê ku berevajî îdeolojiya fermî ye, dozger li vir nirxandina xwe ya şexsî kir. Diyar e ku li vir ti aliyê hiqûqî ya dosyayê nîn e. Dibêje ji bo ku 'propagandaya rêxistinê' be divê li dijî tundiyê teşwîq were kirin. Di van weşanan de şîdet nîne. Dadgeha Destûra Bingehîn jî gotina girtî bi kar tîne, lê dozger ev gotin weke delîla 'endametiya rêxistina terorê' hatiye pêşkêşkirin.”   DAXWAZA BERAETÊ   Nagehan Avçil gotinên xwe wiha dewam kir: "Şert û mercên endametiya rêxistinê diyar in. Doza îro li ser azadiya çapemeniyê ye. Muwekîlê min ji ber ku li gorî xwestekên hikûmeta heyî weşan nekiriye tê darizandin. Beriya niha li Eskîşehîrê operasyon hatibû kirin. Nivîsên di Ozgur Polîtîkayê de hatin weşandin weke delîl hatin bikaranîn. Lê belê li wir biryara girtinê nehat dayîn. Ya esasî darizandina bê girtin e. Li aliyê din hemû lêpirsîn ji ber sedema ku der barê birayê wî de lêpirsîn heye. Em daxwaza berdanê û piştre jî beraetê daxwaz dikin."   Piştre dozgeriyê xwest Eylem Babayîgît bi sûcê ‘propagandaya rêxistina terorê’ bê cezakirin û daxwaza berdanê kir.   CEZA DAN Û SERBEST BERDAN   Parêzer Nagehan Avçîl ku piştî daxwaza dozger a ji bo cezakirinê careke mafê axaftinê wergirt, bi bîr xist ku gotinên ‘Kurdistan, Îmralî tecrîd, girtî’ tundiyê nahewîne û ji ber vê yekê jî ‘propagandaya rêxistinê’ nîne. Nagehan Avçil eşkere kir ku piştî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berzkirina dirûşmên der barê Abdullah Ocalan de jî ne sûc e û got ku ev gotin ne ‘propagandaya rêxistinê’ ne û wiha got: “Îro her kes li ser daxuyaniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diaxive. Qanûn li ser bingeha şexsekî tê darizandin? Eger mehkûmiyetek bi 3 gotinan bê kirin, azadiya ramanê nîne. Em daxwaza beraetê dikin."   Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi îdîaya ‘propagandaya rêxistina terorê kiriye’ salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtinê da Eylem Babayîgît û eşkerekirina biryarê taloq kir.   Der barê Eylem Babayîgît de biryara serbest berdanê hat dayîn.