Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike 2025-03-19 12:30:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku welatiyên ku xwestin li dijî êrîşa Artêşa Iraqê ya li Şengalê çalakiya protestoyî li dar bixin li nuqteyên kontrolê hatin astengkirin. Hêzên Artêşa Iraqê duh bi şev li taxa Yermûk a navenda bajarê Şengalê, kemîn danîn pêşiya wesayiteke ku endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) tê de bûn. Hate hînbûn ku di êrîşê de yek jê giran 3 endamên YBŞ'ê birîndar bûne.   Welatiyên ku ji bo şermezarkirina êrîşê li hev civiyan û xwestin bimeşin, li nuqteya kontrolê ya Artêşa Iraqê ya li ser rêya Şengal-Çilomranê hatin astengkirin. Piştî vê êrîşê artêşa Iraqê hejmareke zêde hêzên leşkerî sewqî navenda Şengalê kir. Aloziya li herêmê û Rewşa Awarte dewam dike.   Îro Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî hewldanên provakasyonê yên hêzên Iraqê bi konvoyekê xwest ji Serdeştê ku li piyê Çiyayê Şengalê ye ber bi navenda bajarê Şengalê ve bimeşe. Lê belê konvoy li nuqteyeke artêşa Iraqê ya bi navê "Amûd" ku di navbera Çilmêran û Şengalê de ye, hat astengkirin. Ciwan û gelê Şengalê bi dirûşmeyên weke 'Bijî Berxwedana YBŞ'ê' bersiv dan hewldana provokasyonê ya artêşê.   Hat ragihandin ku aloziya li herêmê dewam dike.