Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin 2025-03-19 13:05:10 AMED - Polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz wesayîta zirxî dabû ser Şahîn Oner û qetil kiribû. Piştî cezayê hefsê yê 4 sal û 5 mehan hate betalkirin, dadgehê îcar cezayê wî daxist 3 sal û 4 mehan.  Di êrişa li dijî çalakiya di 10’ê Sibata 2013’an a li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê de polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz bi wesayîta zirxî da ser ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) û qetil kiribû. Korkmaz ku ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” dihat darizandin û di 23’yê Mijdara 2021’ê de 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo bersûcê ku ji “bi qesdî kuştiye” dihat darizandin bi sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” ceza da. Li diî biryarê li dadgeha jor îtîraz hate kirin. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê bûyer weke “qezayeke trafîkê ya sivik” nirxand. Lê ji ber nakokiyên di navbera raporên têkildarî bûyerê, biryara betalkirinê û jinûvedarizandinê da.    Danişîna biryarê ya dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Korkmaz ê negirtî tê darizandin tev li danişînê nebû lê parêzerên aliyan beşdar bûn.    Dozger, mutalaaya xwe ya di 23’yê Çileyê de pêşkeş kiribû ku kesên pispor “Şahîn weke biqisûrê eslî û polîsê bersûc jî weke biqisûrê talî” nîşan dida dubare kir û xwest polîsê bersûc ji sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” were cezakirin.    ‘LI ŞÛNA ŞAHIDAN ÎFADEYÊN POLÎSAN ESAS HATIN GIRTIN’    Parêzerê malbata Oner, Yakup Guven li dijî mutalaayê parastin kir û got: “Bûyer di 2013’an de qewimî lê ev 12 sal in didome. Lê hêj jî rastiya madî derneketiye holê. Darizandinê bi xwe rê li ber binpêkirinan vekir. Ji destpêkê heta niha me her tim got ku divê bûyer weke qezayeke trafîkê neyê nirxandin û divê weke kuştina biqesdî were nirxandin. Bûyer ne bi awayê ‘biqisûra xwe bûye sedema mirinê’ pêk hatiye. Bersûcî, bi zanebûn, bi dilxwazî maktul kuştiye. Rast nîne ku dadgeh ne îfadeyên şahidan lê yên polîsa esas digire. Xuyaye ku tu berjewendiyên şahidên bêalî ji van îfadeyan nîne.”    ÎFADEYÊN ŞAHIDAN BI BÎR XIST    Guven, da zanîn ku walîtiyê piştî bûyerê gotiye “ji ber teqîna madeyan miriye” û wiha got: “Walîtiyê, bandor li meqama lêpirsînê kir û raya giştî xelat agahdar kir. Vê daxuyaniyê, têkildarî lêpirsîneke bibandor fikar çêkir. Dixwazim îfadeyên şahidan bi kurtasî dubare bikim. Demekî kin beriya bûyerê welatî li 112’ê digere û dibêje ku wesayîta polîsan daye ser zarokekî û polîsan ew ranekiriye. Ev axaftin qeydkirî ne. Di 29.05.2018’ê de şahidê bi navê Yilmaz Dag di îfadeya xwe de dibêje ku di destê zarokê mirî de tu tiştek nedîtiye, dema her du destên xwe rakirî hewayî panzerê daye ser zarokî û panzera duyemîn zarok rakiriye. Piştre jî polîsan ji bo şahidiya derew zext lê kiriye. Şahideke din jî dibêje ku di destê zarokî de tu tiştek nebû, destên xwe rakiriye hewayî û rawestiyaye lê polîsî bi wesayîta zirxî daye ser zarokî. Dibêje ku ronahiyên kolanan hene û ne pêkane ku wesayîtê zarok nedîtibe.”    'DIVÊ JI KUŞTINA BIQESDÎ WERE CEZAKIRIN’    Guven, destnîşan kir ku li şûna Oner bibin nexweşxaneyê, birine qereqolê û wiha pê de çû: “Ji bo Oner ê bi giranî birîndar bûbû, hemû derfetên rizgarkirinê ji holê hatin rakirin. Li qereqolê ji zarok re gotine ‘Ma tu hêj nemiriyî’ û çêr lê hatine kirin. Ne bi bêdestî, bi zanebûn û bi dilxwazî zarok birin mirinê û delîlên vê li holê ne. Tevî ewqas îfadeyên şahidan jî bersûc nehatiye girtin. Heta di qezayên trafîkê yên edlî de jî ajokar tên girtin lê li vir tevî kuştina biqesdî jî tu tevdîr nayên girtin. Em tev li mutalaaya dozgeriyê nabin û em dixwazin ji sûcê kuştina biqesdî were cezakirin û were girtin.”    Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê û parêzer Ercan Yilmaz jî wiha got: “Ji sala 2018’an heta niha di encama wesayîtên zirxî de 82 bûyer qewimî ne. 44 kes mirine, 22 zarok. 96 welatî birîndar bûne. Ev yek nîşan dide ku polîs wesayîtên xwe bêperwa bi kar tînin. Em mutalaaya dozgeriyê qebûl nakin. Sedema berdewamkirina van bûyeran, helwesta dadgehê ye. Hûn weke qezaya trafîkê nêz dibin lewma hêzên ewlekariyê wiha tevdigerin. Hêj delîl nehatibûn komkirin ku walîtiyê Oner sûcdar kir. Ji bo bi necezakirinê biencam bibe, gava ewil walîtiyê avêt. Em dixwazin bersûc ji sûcê kuştina biqesdî were cezakirin û were girtin.”    Piştî parastinan, dadgehê biryara xwe da û bi sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” 3 sal û 4 meh cezayê hefsê da.