CHP’ê banga çalakiyan kir 2025-03-19 14:01:28   STENBOL - Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel bang li hemû welatiyan kir ku saet di 14.00’ê de li pêşiya avahiyên rêxistinên bajar û navçeyan kom bibin.    Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel têkildarî binçavkirinan li Navenda Giştî ya CHP’ê daxuyanî da. Yucel, diyar kir ku ew bêhiqûqiya li dijî Îmamoglû û binçavkiriyên din dişopînin û got: “Em bang li hemû welatiyên xwe yên ji demokrasiyê bawer, ji serweriya gel bawer û yên dixwazin xwedî li pêşeroja welatê me yê xweşik derkevin dikin ku îro saet di 14.00’ê de biçin pêşiya avahiyên rêxistinên bajar û navçeyan ên cihên lê dijîn. Banga me ya ji bo hemwelatiyên me yên li Enqereyê jî ew e ku li pêşiya Navenda Giştî ya CHP’ê kom bibin. Em bi Ekrem Îmamoglû û rêhevalên xwe yên din re ne. Bila kesek ji bîr neke ku tu hêz bi ser îradeya gel re nînin.”