Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir 2025-03-19 14:37:43   ÎZMÎR - Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bi ewlekariya bilind û yên Tîpa S’yê parve kir û got: “Divê ev girtîgeh bên girtin û şert û mercên jiyaneke birûmet ji girtiyan re bên avakirin."    Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi ewlekariya bilind û girtîgehên Tîpa S’yê parve kir. Daxuyanî, li avahiya komeleyê hate dayin. Nûnerên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), komeleyên girseyî yên demokratîk û gelek welatî tev li bûn.    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş diyar kir ku li girtîgehên bi ewlekariya bilind û girtîgehên Tîpa S’yê hemû girtî li gel girtiyên muebbeda girankirî di heman qawîşan de tên ragirtin û wiha got: “Di mijara nameyên girtiyan û hevdîtinên bi parêzer û malbatan re de gelek binpêkirin hatin tespîtkirin. Beşeke mezin a girtiyên li girtîgehê bi ewlekariya bilind tên ragirtin, di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Ev rewş, li dijî mewzûatan e. Her wiha girtiyên nexweş gelek caran bi hinceta ku kapasîteya revîran têr nake yan jî bi hinceta ku bijîşk destûrê bi kar tînin û saziyên têkildar tune ne, dernaxînin revîrê. Li girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin. Ji ber ku girtî vê sepanê qebûl nakin, bi darê zorê cilên wan jê tên kirin. Girtiyên rastî vê sepanê derdikevin, bi hinceta ‘li dijî lêgerînê derketine’ der heqê wan de lêpirsîna disiplînê tê destpêkirin û cezayên cuda lê tên birîn.”    KURDÎ TÊ ASTENGKIRIN   Di berdewamê de Zîlan Gumuş anî ziman ku li girtîgehên bi ewlekariya bilind û girtîgehên Tîpa S’yê mafê girtiyan ê berdana bi kontrola edlî û berdana bişert tê astengkirin û wiha pê de çû: “Mafên fealiyetên civakî, sihbet û sporê yên girtiyan tên binpêkirin. Hevdîtina bi telefonê ya heftane ya bi malbatan re tenê 10 deqeyan tê kirin û mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyên siyasî tê astengkirin. Nameyên bi Kurdî yên ji girtiyan re tên bi hinceta ‘kesekê bixwîne tune ye’ nayên dayin. Lê belê di nameyên tên şandin de çendek gotinên Kurdî heke hebin tên reşkirin û wisa tên şandin.”    'MEXDÛRIYETÊN RUHÎ Û ZÊHNÎ’   Zîlan Gumuş, diyar kir ku girtî rastî îşkence û muameleya xerab tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî kesên van dikin jî polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye. Girtîgehên bi tîpa hucreyê, ji hêla ruhî û zêhnî ve zirarê didin girtiyan, bandoreke neyînî li ser jiyana wan a civakî dike, ji bilî bêparmayina ji azadiya xwe di heman demê de rêbazekê din ê cezakirinê ye. Ji ber ku ji hêla hiqûqî ve jî nakokiyan derdixîne, ev pergala tecrîd û îzolasyonê nayê qebûlkirin. Cewhera cezayê hefsê ew e ku kes ji azadiya xwe bêpar were hiştin lê li gorî agahiyên serlêderan û tespîtên komeleya me kirine, em dikarin bibêjin ku sepanên tecrîdê yên li girtîgehên bi ewlekariya bilind, ji hêla fîzîkî, ruhî û zêhnî ve zirareke mezin dide girtiyan û rê li ber mexdûriyetên jêneveger vedikin. Mimkin nîne ku mirov sepana tecrîdê û cezayê hefsê bi hev re girê bide.”    'DIVÊ MAFÊ JIYANÊ WERE PARASTIN’   Zîlan Gumuş, anî ziman ku ev sepanên di meriyetê de li dijî xala “Mafê parastin û pêşxistina hebûna xwe ya madî û manewî ya şexs” ku di destûra bingehîn de hatiye destnîşankirin e û wiha bi dawî kir: “Sepanên di meriyetê de tenê dikare bi têgehên weke muameleya xerab û îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin bên pênasekirin. Divê girtîgehên bi ewlekariya bilind, girtîgehên Tîpa S’yê û girtîgehên bi Tîpa F’yê bên girtin û derfet bên dayin ku girtî bikarin li gorî rûmeta mirovahiyê bijîn. Di heman demê de divê mafên jiyanê û tenduristiyê yên girtiyan bên parastin.”