ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN 2025-03-20 09:00:58   * Di ser mirina Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin re 8 sal derbas bûn. Dayik Secan Kurkut a ku êşa wê hê jî wekî roja ewil e wiha bang kir: "Ji kerema xwe Kemal ji bîr nekin."   * Ji DEM Partiyê Yuksek Mutlu diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya li vir wê bê lidarxistin ji ber ku paytexta Tirkiyeyê ye girîng e û bang li hemû gelankir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li vir bibin.   * Welatiyên Konyayê bertek nîşanî krîza aborî û bihabûnê û diyar kirin ku hêza wan a kirînê nîne û nikarin tiştên dixwazin bikirin û gotin ku ev rewş encax bi berteka gel dikare biguhere.   * Ciwanan banga tevlibûna Newrozê kirin û gotin: "Em berxwedana xwe bi agirê Newrozê bikin yek. Ji bo jiyaneke birûmet an azadî an azadî."   * Li Riha, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Dêrsim, Qers, Semsûr, Erdexan, Agirî/Bazîd, Şirnex/Cizîr, Colemêrg/Gever, Erzirom/Tatos, Mêrdîn/Kerboran û li Mûş/Milazgirê dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (11.00-17.00). (11.00-15.00) ZINDΠ   * Li Enqere, Stenbol û Mêrsînê dê binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bê protestokirin. (12.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re dê biçin serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. (14.00) ZINDÎ   * Înîsiyatîfa Malbatê Pirsûsê ya Îzmîrê dê bi boneya 116’emîn meha Komkujiya Pirsûsê li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê çalakiya rûniştinê li dar bixe. (18.00)