Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû 2025-03-21 08:43:23   ÎDIR - Hevşaredarê Bajaroka Xelfeliyê Hasan Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û hatibû girtin, tehliye bû.    Li şûna Hevşaredarê Bajaroka Xelfeliyê ya Îdirê Hasan Sefa qeyûm hatibû tayînkirin û hatibû girtin. Sefa, tehliye bû. Sefa, di hilbijartinên 2019’an de weke namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû hilbijartin. Di Adara 2020’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der heqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû girtin.    Sefa ku înfaza xwe temam kir, duh ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hate berdan.