‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê' 2025-03-22 10:20:20 ENQERE - Parlamenterê CHP'ê yê Tekîrdagê Faîk Oztrak diyar kir ku piştî binçavkirina Îmamoglû ji ber kêmbûna TL deynê derve yê Tirkiyeyê 684 milyar lire zêde bûye. Endamê CHP'ê Faîk Oztrak di Lijneya Giştî ya Meclisê de der barê bandora binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya li aboriyê de axivî.   Oztrak diyar kir ku bi binçavkirina bêhiqûqî re nirxê TL kêm bûye û got: "Piştî binçavkirina bêhiqûqî nirxê lîreyê Tirkiyeyê kêm bûye û bi vê re deynê Tirkiyeyê yê derve 684 milyar lîre zêde bûye. Bi vî pereyî re, pêkan e ku îsal ji bo her teqawidbûyiyekî 41 hezar lire bê dayîm. Tsûnamiya di kûrê de ku qesr bû sebeba wê, zirara şîrketên di warê dowîzê de tam 185 milyar çêbû. Fatûreya vê dê wekî bêkarî û bihabûnê bandorê li gelê me bike."