Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin 2025-04-07 11:32:25 ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî pêvajoyê bang li îktîdarê re kir û got: “Dev ji mijûlkirinê berdin. Cidî bin, rast bin û gavên li gorî daxwaza gel biavêjin. Meclis amade ye ku li ser zemîna lihevkirinê bicive.”  Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Temellî, diyar kir ku krîzeke aborî ya kûrewî heye û her ku diçe kûr dibe. Temellî, anî ziman ku li seranserî cîhanê ji bo şer amadekarî hene û li ber Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ne. Temellî, got ku ev geşedan bandoreke neyînî li ser aboriyê dikin. Temellî, diyar kir ku krîzên aborî herî zêde bandorê li welatên weke Tirkiyeyê ku aboriya wan zeîf dike. Temellî, bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê da û got ku ne enflasyon dikeve ne jî bêkarî û xizanî kêm dibe.    Temellî, got ku daneyên TUÎK’ê û yên ÎTO û ENAG’ê hev nagirin ku rewşa li sûk û bazaran jî vê rastiyê radixe ber çavan. Temellî, da zanîn ku bernameya dezeflasyonê bi ser neketiye û enflasyona neketiye. Temellî, cotkar hişyar kir û got: “Karesat nêz e, tevdîrên xwe bigirin.”   ‘SIYASET JÎ KRÎZÊ DIJÎ’   Bi domdarî Temellî diyar kir ku mîna aboriyê siyaset jî di krîzê de ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku li welatekî krîza siyasî çiqasî kûr be ewqas bandorê li aboriyê jî dike û rê li ber krîza aborî vedike. Berevajî vê jî rast e. Gelek sedemên van krîzan hene lê ya herî girîng, mijara azadiya siyasî ye. Li Tirkiyeyê azadiya siyasî tune ye. Li cihê ku azadiya siyasî tune be, ne pêkane mirov qala parasetina mafan bike. Di meha Adarê de di mijara binpêkirinên mafan de rekoreke nû hate destpêkirin. Dema em li girtin, binçavkirin, îşkence, miameleya xerab û hwd. dinêrin, em di rewşeke kambax de ne. Mîna aboriyê, rewşa daraz û siyaseta me jî kambax e.”    EV PIRSGIRÊK DÊ ÇARESER BIBIN?   Di berdewamê de Temellî bi lêv kir ku tekane rêya çareseriya van pirsgirêkan, lihevkirina bi feraseta demokratîk re ye û got: “Pêdiviya me bi zemîna lihevkirina demokratîk heye. Ev bang di 27’ê Sibatê de ji Îmraliyê hat. Ev têgeha di banga birêz Ocalan de, bi rastî jî dê ji bo pêvajoya siyasî ya pêşiya me bi rêber. Divê em bi hev re piştgiriyê bidin vê meseleya lihevkirina demokratîk. Lê îktîdar dev ji piştgiriyê berde, hewl dide lihevkirina bajar weke sûc nîşan bide.    ROLA MECLISÊ   Îktîdar ji 27’ê Sibatê heta niha xwe kerr û lal kiriye û xwe nalivîne. Tu gavan naavêje. Her tim heman gotina ‘bila PKK kongreyê li dar bixe û çekan berde.’ Erê baş e dê kongreyê çawa li dar bixe? Ji bo ewlehiya wê kongreyê, ji bo tevlibûna birêz Ocalan a wê kongreyê û hwd. tu gav nayên avêtin. Tenê qala berdana çekan dikin. Ma dê çawa çekan danin? Lewma êdî her kes pê dizane ku ev meseleya berdana çekan, di esasê xwe de hewldana mijûlkirinê ye. Dev ji vê mijûlkirinê berdin. Cidî bin, rast bin û li gorî daxwaza gel ji bo aştiyê gavan biavêjin. Ji bo civaka demokratîk çi hewce be, Meclis di wê mijarê de amade ye. Meclis amade ye ku ji bo zemîna lihevkirinê bicive. Amade ye komîsyonan ava bike û muzakereyan pêş bixe. Partiya me, şandeya me heta niha xebatên xwe kirin û dê bidomîne.”    ‘EM BI REWŞEKÎ RAWESTANDINÊ RE RÛ BI RÛ NE’    Temellî, piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Rojnamegeran, gotina Erdogan a “Pêvajo li gorî plansazî û daxwaza me pêş dikeve” bi bîr xistin û pirsa “Pêvajo ber bi kîjan qonaxê ve pêş dikeve?” kirin. Temellî, wiha bersiv da: “Min daxuyaniyên serokkomar şopand. Tenê bi van gotinan re bisînor ma. Heke bi rastî jî tiştekî wiha hebe, wê demê bila bi me re û bi raya giştî re parve bikin. Dê em bizanin ka çi gav tên avêtin. Lê li holê tu gav nînin lewma xitimî ye, an jî rewşekî bêbizav heye. Em niha bi rewşekî sekinî re rû bi rû ne. Lewma jî her kes li bendê ye ku gav bên avêtin. Weke me got, gavên divê bên avêtin diyar in.”