Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan 2025-04-24 08:53:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Gel û baweriyên cuda yên li Qamişloyê kesên di Komkujiya Ermenan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.  Bi boneya salvegera 110’an a Komkujiya Ermenan ku ji aliyê Osmaniyan ve hatibû kirin, pêkhateyên bajarê Qamişloyê (Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Êzidî) çalakiyeke girseyî li dar xist û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Çalakî bi nimêj û xwendina duayan dest pê kir û li Taxa Wistayê jî meşeke meşaleyî li dar xist.   Meş, ji pêşiya peykarê li ser rêya Qawetî dest pê kir û li pêşiya Dibistana Îtîhad a taybetî bi dawî bû. Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersum, cîgira hevserokên MSD’ê Canda Mihemed, Hevserokê Meclisa Qanûsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb û bi navê HSD’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de qurbaniyên Komkujiya Ermenan hatin bibîranîn. Ji bo rêgirtina li ber dubarebûna komkujiyan banga xweparastin, rêxistinbûyî û hevgirtinê hatin kirin.   Piştî axaftinan der barê serpêhatiyên gelê Ermen de stran û şano hatin pêşkêşkirin, helbest hatin xwedin, her wiha peyama eşîrên Kurd a bi vê wesîleyê hat xwendin.