Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin 2025-04-24 18:52:03     RIHA - Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Semsûrê tê girtin, tevî nerihetiya çavê wî û reaksiyonên alerjîk ên di laşê wî de jî sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.   Girtiyê nexweş Emrecan Demîr ku di hevdîtina telefonê ya heftiyane de bi malbata xwe re axivî, ragihand ku hem serlêdanên wî yên revîrê û hem jî daxwazên wî bêbersiv dimînin.   Demîr diyar kir ku bijîşkê revîrê derman jê re nanivîsîne. Malbata Demîr ji ber xemsariya tenduristiyê bi fikar e.   Emrecan Demîr ê ku di sala 2016’an de li Antalyayê hat girtin û 50 car cezayê girtîgehê ya heta bi hetayê ya girankirî lê hat birîn, di sala 2020’an de sewqî Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê, di Kanûna 2024’an de jî sewqî Girtîgeha Tîpa S ya Kavakê hatibû kirin. Demîr demeke dirêj di girtîgehên ku qawişên siyasî nîne de li hucreyên yek kesî tê girtin û hemû serlêdanên li dijî tecrîdê bêencam dimînin.