Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike 2025-04-29 11:34:45 AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku divê dewlet nexşerêya xwe ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd aşkera bike û got: “Ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan.”    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate parekirin, pêvajoya heyî û mafên mirovan ji ajansa me re axivî. Kuçukbalaban, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan girîng e û piştî bangê civak li bendê ye ku dewlet gavan biavêje lê heta niha tu gav neavêtiye.    Kuçukbalaban, destnîşan kir ku yek ji mijarên pirsgirêka Kurd jî girtîgeh in û got: “Bi taybet jî ji ber Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) û qanûna înfazê, girtiyên siyasî bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Girtîgehên bi tîpên Y û S’yê veguherîne îşkencexaneyan. Gefeke mezin li ser jiyan û tenduristiya girtiyan.”   ‘DIVÊ GAVA EWIL GIRTIYÊN NEXWE BIN’   Kuçukbalaban, anî ziman ku di “Komxebata Girtîgehan” a li Amedê de li ser pirsgirêkên girtiyan nîqaş kirine û wiha pê de çû: “Me lîsteya girtiyên nexweş di encama van nîqaşan de nû kir. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di 10 mehên ewil ên sala par de 709 girtiyan ji ber pirsgirêkên di mafê tenduristiyê de jiyana xwe ji dest dane. Em dikarin bibêjin ev hejmar zêdetir e.”  Kuçukbalaban, divê di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de ji ewil girtiyên nexweş bên berdan û got: “Ji ber biryarên siyasî yên ATK girtî nayên berdan. Divê rêbazên xebatê yên ATK’ê û avadaniya wê tavilê bên guherandin.”    ‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ WERE CÎBICÎKIRIN’   Di berdewamê de Kuçukbalaban anî ziman ku cîbicîkirina biryara “Mafê hêviyê” yek ji berpirsyartiyên Tirkiyeyê yên hiqûqa navneteweyî ye û ev tişt anî ziman: “Ev ne ji ber Abdullah Ocalan, ji ber berpirsyartiya navneteweyî divê were cîbicîkirin.” Kuçukbalaban, got ku di sala 2004’an de cezayê îdamê bi temamî hatiye rakirin û cezayê “muebbeta girankirî” ketiye meriyetê. Kuçukbalaban, got: “Di madeyekê wê de dibêje ‘heta mirinê dê di girtîgehê de bimîne.’ Ev, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. DMME vî cezayî weke îşkence dibîne û di vê mijarê de biryarên wê yên ji bo Abdullah Ocalan û Boltan hebûn. Vê weke binpêkirina maf pênase dike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Îlona 2024’an dem daye Tirkiyeyê ku di vê mijarê de di mewzûatên xwe de guhertinan bike. Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ divê dewlet gavan biavêje.”    'HEWCEYE DEWLET GAVAN BIAVÊJE’   Kuçukbalaban, destnîşan kir ku aktorê herî girîng ê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Ocalan, bang kir ku pirsgirêka li şûna çekê bi siyasetê were çareserkirin. PKK jî xwedî li bangê derket û agirbest ragihand. Daxwaza wan ew e ku mercên Abdullah Ocalan bên guherandin û kongreyê bicivîne. Ev, daxwazeke mafdar e. Divê kesên emrê xwe li çiyê derbas kirin bên qanehkirin. Divê çima çek bên berdan, divê çima têkoşîna meseleya Kurd li ser zemîna demokratîk û siyasî were meşandin, ji bo van nîqaşan divê Abdullah Ocalan kongreyê birêve bibe. Divê ev merc bên afirandin. Hewceyd dewlet di vê mijarê de gavên lez biavêje.”    OPERASYONÊN LEŞKERÎ DIDOMIN    Kuçukbalaban, bi bîr xist ku operasyonên Tirkiyeyê berdewam in û ev nirxandink ir: “Li gorî me divê dewlet di vê mijarê de hesas tevbigere. Bi cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ re dikare mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin ku kongreyê birêve bibe. Her wiha rawestandina operasyonên leşkerî girîng e. Hewceye dewlet nexşerêya xwe ya çareseriyê aşkera bike û bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re parve bike. Dê texrîbatên şer çawa ji holê bên rakirin? Dê çek çawa bên berdan? Dê çekan deynin ku? Temînata vî karî dê çawa bibe? Dibe ku provakasyon çêbibin. Gelo dê pêşiya wan çawa were girtin? Dê kî vê pêvajoyê bişopîne? Dê desteyên bêalî û serbixwe di vê pêvajoyê de bi roleke çawa rabin? Divê ev tevek zelal bibin. Divê hinek îşaretên ku pêvajo bi gavên pêbawer pêşdikeve derkevin holê.”    GAVÊN HEWCEYE BÊN AVÊTIN    Kuçukbalaban, axaftina xwe wiha qedand: “Divê li Meclisê di înfazê de guhertin bên kirin, ji bo berdana girtiyên nexweş di qanûnan de guhertin bên kirin, divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê bên sererastkirin. Ji ber ku heke hûn berdana kesên 30 sal in girtî ne zehmet bikin, yê li çiyê dê çawa were? Hûn ê çawa jê re bibêjin ‘were tev li civakê bibe.’ Meseleya Kurd, ji ewil meseleya aştiyê ye. Divê ji ewil zimanekî aştiyane bê bikaranîn Divê ji ewil dewlet têkildarî aştiyê gavên pêbawer biavêje ku civak jê bawer bike.”    MA / Mujdat Can