Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite! 2025-04-30 09:11:38   AGIRÎ - Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê, wesayîtên rêveberiya DEM Partiyê ji wan stend û wesayît tahsîsî Şaredariya Panosê ya AKP'î kir. Hevserokê Meclisa Giştî ya Bajêr Melîk Ozmuş, got: "Ji ber ku wesayît tahsîsî şaredatiya AKP'î kirine em nikarin xizmetê bibin gundan."    Îdareya Bajêr a Taybet a Agiriyê piştî hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adara 2024'an de şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de paşde girtin. Rêveberiyê wesayîta vekirina kanalê (Kûka), kemçe, vîdanjor û wesayîtên çopê yên ku di serdema AKP'ê de ji Şaredariya Agiriyê re veqetandibûn, paşde girtin. Piştre wesayîta avdanê ya ku di heyama berê de ji Şaredariya Giyadîna ya DEM Partiyê re hatibû dayîn, di meha Nîsanê de dîsa hat girtin. Wesayîtên rêveberiyê piştre ji Şaredariya Panos a AKP'ê re hatin tahsîskirin.   Hevserokê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya Partiya DEM'ê Melîk Ozmuş diyar kir ku ji ber ku rêveberiyê wesayîtan ji şaredariya AKP'ê re tahsîs kiriye xizmetguzarî hatiye astengkirin. Ozmuş diyar kir ku 563 gundên Agiriyê hene û got: "Em hewl didin xizmetê ji gel re bikin, Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a bajêr bi me re hevkariyê nake. Rêveberên yekîneyan ji tirsa 'karê wan ji dest biçe' ditirsin ku bi me re biaxivin. Di Meclîsa Giştî ya Bajêr de 29 encumen hene. 20 ji wan ên DEM Partiyê ye, 8 yên AKP'ê ne û yek jî yê Yenîden Refah Partiyê ye. Agahdarkirina der barê karê Îdareya Taybet a Bajêr de ji encumenê Yenîden Refah Partiyê re jî tê kirin."   Ozmuş got: "Beriya 31'ê Adarê hin wesayit dan Şaredariya Agiriyê. Di serdema Şaredarê AKP'ê Sayan de ev yek kirin. Lê belê dema ku DEM Partiyê di hilbijartinê de şaredarî bi dest xist, wesayît hatin vekişandin. Wesayîta avdanê ya li Şaredariya Giyadînê jî hat vekişandin. Ev wesayîta avdanê ya ku ev 10 sal in li şaredariya Giyadînê bû. Ev wesayit bı kêri tu karê İdareya Taybet a Bajêr nedihat. Lê sirf ji bo ji Şaredariya DEM Partiyê bistînin wiha kirin."    Ozmuş anî ziman ku hemû weasyaît tahsîsî şaredariya AKP'î hatine kirin û got ku hemû helwdanên wan yên ji bo vekişandina van wesayîtna bê encam mane."    MA / Omer Akin