Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan 2025-05-02 15:12:01   STENBOL - Ji 416 kesên ku di 1'ê Gulanê de xwestin biçin Qada Taksîmê hatin binçavkirin 372 kes hatin berdan.   1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê de li Stenbolê gelek kesên xwe xwestin biçin Qada Taksîmê hatin binçavkirin. Ji 416 kesên ku hatibûn binçavkirin 372 kes kar û barên li emniyetê hatin berdan.   Hat diyarkirin ku 8 kes sewqî TEM'ê û 36 kes jî bi îdîaya 'Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan derketine' wê bişînin edliyeyê.