Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da 2025-05-09 12:26:59 WAN - Şaredariya Rêya Armûşê li dijî biryara qeymeqamtiyê ku nehiştibû navê Wekîlê DEP’ê Orhan li parkê were kirin, serî li Dadgeha Îdareyê da.    Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê di civîna xwe ya meha Nîsanê de biryar da ku navê Parka Ogretmenlerê biguherîne û navê Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Dogan li parkê bike. Lê belê Qeymeqamtiya Rêya Armûşê ev biryar bi hinceta ku navê parkê yê heyî ji hêla “hafizeya civakî” ve girîng e û guherandina navê wê ji bo cemaweriyê sûdewer nîne biryar red kir.    Li ser vê yekê, Şaredariya Rêya Armûşê jî bi daxwaza ku cîbicîkirina biryarê were sekinandin û biryar were betalkirin, serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê da. Di serlêdanê de hate gotin ku navê behsa xeberê 2 sal berê ji hêla qeyûm ve lê hatiye kirin û di nava du salan de tu hafizeya civakî çênabe. Bi domdarî hate gotin ku biryara şaredariyê ji hêla gel ve hatiye qebûlkirin û birêzdarî hatiye pêşwazîkirin. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Navê Parka Ogretmenlerê ne navekî dîrokî ye. Nêzî du sal berê qeyûm navê wê guherand û ev nav lê kir. Beriya niha navê wê parkê ‘Parka Kentê’ bû. Lewma jî îdiaya ku dibêje di hafizeya civakê de cih girtiye, îdiayeke rast nîne.”    'NAVÊN KOLAN Û PARKAN DIKARIN BÊN GUHERANDIN’    Hat diyarkirin ku navên kolan û parkan li gorî guherînên civakî û daxwazên gel dikarin bên guherandin û wiha hate gotin: “Li gorî pêwîstiyên dem û pêvajoyan, navên kolan, park û cadeyan dikarin bên guherandin. Meclisên herêmî weke nûnerên gel ji daxwazên gel berpirsyar in. Biryara redkirinê ya qeymeqamtiyê xwe dispêre îdiayên razber. Di qanûn û giştînameyan de hukmekî ku dibêje navên hatine dayin nikarin bên guherandin, tune ye. Biryara Meclisa Şaredariyê hem li gorî qanûnan e hem jî li gorî îradeya gel guncav e. Biryara qeymeqamtiyê li dijî hiqûqê ye.”    Şaredariyê, di serlêdana xwe de xwest ku cîbicîkirina biryara redkirinê ya qeymeqamtiyê were redkirin û biryar were betalkirin.