Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2025-05-10 09:07:47   ÎZMÎR - Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan her ku diçe xirabtir dibe, xizmên girtiyên nexweş Şukriye Yanîk û Abîde Bayramê diyar kirin ku yek ji pêdiviyên aştiyê berdana girtiyên nexweş e.   Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi mehane geşedanên girîng diqewimin. Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê li gelek cihan deng veda û li gel vê dewletê hê gavên berbiçav neavêtine. Bi geşedanan re gelek kom bang dikin ku gavên berbiçav bên avêtin. Yek ji pêngavên bingehîn ên ku tê payîn bê avêtin berdana girtiyên nexweş e. Xizmên girtiyên nexweş jî di vê çarçoveyê de daxwazên xwe tînin ziman. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku 335 jê nexweşiya wan giran e.    Em bi malbatên girtiyên nexweş Enver Yanik û Siya Çinar re li ser daxwazên wan ên ji bo berdana girtiyên nexweş axivîn.   Enver Yanîk ku ji Cotmeha 2024'an û vir ve li Girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê girtî ye, gelek nexweşiyên wî yên giran hene. Yanik bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" cezayê muebbetê yê giran xwariye. Enver Yanik di sala 2005'an de hat girtin û di 2010'an de hat berdan. Lê belê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wî pejirand, di 7'ê Cotmeha 2024'an de careke din hat girtin. Yanik ê ku di sala 1996'an de cara ewil li Girtîgeha Ulucanlarê ketibû greva birçîbûnê ya 69 rojî, bi nexweşiya Wernicofkeorsê ketibû. Yanik di sala 1999'an de di encama êrişên li girtîgehê de bi giranî birîndar bûbû û piştî emeliyatên cuda, ji ber parçebûna hestiyê li jora desta wî ya rastê 8 platîn hatin bicihkirin. Yanik ê ku di êrişa 19'ê Kanûna 2000'î de li Sîncanê avêtin hucreya yek kesî û dermankirina pêwîst jê re nehat dayîn û ji ber vê yekê Yanik hê jî êşa nexweşînê dikişîne.    Şukriye Yanîkê diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên hevserê wê hene û got: "Pirsgirêkên hafizeyê hebûn, gelek bûyerên rojane nedihatin bîra wî. Di meşa wî de pirsgirêk hebû. Berê li Girtîgeha Ulucanlarê mabû. Li wir rastî Komkujiya Ulucanlarê hat. Di vê qetlîamê de bi giranî birîndar bûbû û gotibûn miriye. Gelek gule xwarin û gelek derb ji serê xwe xwarin. Ji ber vê laşê wî texrîb dibe. Hê jî di laşê wî de du gule hene. Ji ber derbeyên ji serê xwe xwarin, bi nexweşîna Hîdrosefaliyê ketiye. Rojê sê çar caran ji ser hişê xwe diçe."    'EM DIXWAZIN BÊ BERDAN'   Şukriye Yanikê bi bîr xist ku Yanik di Cotmeha 2024'an de piştî lêpirsîna di sala 2003'an de der barê wî de hatibû vekirin, hat girtin û bal kişand ser wê yekê ku hevserê wê Yanik bi awayekî adil nehatiye darizandin. Şukriye Yanik a ji bo hevserê xwe Yanik daxwaza darizandina adil kir û got: "Bêyî delîl cezayekeî giran lê hat birîn. Ji ber îfadeyên kesekî poşman bûye hat girtin. Ji ber vê cezayê muebeda girna li hevjînê min birîn. Em dixwazin Enver ji ber ku girtiyekî nexweş e û ji bo bi awayekî adil bê darizandin, bê berdan. Êdî divê dewlet gavekê bavêje. Jiyana mirovan li holê ye û divê mijara ewil girtiyên nexweş be. Demildest divê gav bên avêtin."    'TENDURISTIYA WÎ XIRAB DIBE'   Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Siya Çinar ê di sala 2008'an de hat girtin û li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga girtiye, , roj bi roj xerabtir dibe. Çinar bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" cezayê muebetê lê hatiye birîn. Helbestkar û nivîskar Çinarê ku nivîskarê berhemên "Lilavlar Akacak", "Karanfil", "Ladin" û "Siya'nın Güncesi" ye, di stûyê wî de girêkek, fitiq, mîgren, tansiyon û nexweşîna guhan heye.    Xaltîk Abîde Bayram, anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya Çinar nebaş e û wiha got: "Bijîşkan du caran perçeyek ji zikê wî derxistin lê gotin fêm nakin çi ye. Herî dawî me di serê meha Gulanê de Siya dît. Ew gelekî jar bû. Wî got ku dema ew birine nexweşxaneyê bi saetan ew di wesayîtê de di bin tavê de hiştine û paşê birin. Xwarinê naxwe, destên wî dibin wekî qeşayê."   Abîde Bayram a aştiyê dixwaze got: "Em destê xwe dirêj dikin û dibêjin bila dayikên leşker û gerîlayan negirîn. Ew dibêjin şer. Em aştî, edalet û yekîtiyê dixwazin. Girtiyên nexweş divê bên berdan. Gelek nexweş hene, hinek jî bi penceşêrê ketine. Ne tenê Siya, divê hemû girtiyên nexweş bên berdan."   MA / Ugurcan Boztaş